Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov îro Duşemê got ku Îran hevbenda Rûsya ye û her du dewlet di hemî qadan de dîyalogê pêşve dibin.
Peskov ev gotin gava ji wî nûçeya Wall Street Journal, ku îdia kiribû ku Îran muşekên balîstîk yên kianvêj dane Rûsya, kir.
Wall Street Journal nûçeya xwe ji zarê hin karbidestên Amerîkî û Ewrupî ragihandibû ku navên wan nehatibûn eşkere kirin.
Berdevkê Kremlînê dîyar kir ku wî nûçe dîtiye, lê got ku nûçeyên wisa hemî ne rast in.
‘’Îran yek ji hevbendên me yên girîng e. Em peywendîyên xwe yên aborî û bazirganîyê pêşve dibin. Yên herî hesas jî di nav de, di hemî qadên pêkan de em dîyalog û hevkarîya xwe ji berê çêtir dikin.’’
Tehran û Moskow, piştî ku Rûsya Sibata 2022’yan bi dehan hezaran leşkeran çû ser Ukrayna nêzîkî hevdu bûn û Îranê dronên Şahid dane artêşa Rûsî.
Medyaya dewletê ya Îranê ragihand ku fermandarê payabilind yê Pasdarên Şoreşê Fazlulah Nozarî îro Duşemê ser nûçeya Wall Street Journalê gotiye ku ‘’şerekî psîkolojîk’’ e.
Amerîka roja Înê gotibû ku ger Îran muşekên balîstîk bide Rûsya ewê şerê li Ukrayna bi awayekî tund gur bibe.
Jêder: Reuters