Wezareteke Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sipasîya Dengê Amerîka Kir

Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkirîyan ya hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê sipasîya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka dike.

Di nameyekê de jibo ofîsa Hewlêrê ya Dengê Amerîka, wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalkirîyan sipasîya Dengê Amerîka dike jibo “hevkarîkirin û weşandina çalakîyên” wezareta wî.

Wezîr Sebah Ehmed Muhemed dibêje ku “em hêvî dikin ku hun berdewam bin di hevkarîkirina me de jibo pitir xizmetkirina kesûkarên şehîd û enfalkirîyan.”

Your browser doesn’t support HTML5

Raport