Serdozgerîya Dîyarbekirê Doza Roboskê Şand Dozgerîya Artêşê

Gundîyên Roboskê ji Hikûmetê Dixwazin ku Sûcdaran Eşkere Bike Foto: Hatice Kamer

Serdozgerîya Komarê ya Dîyarbekirê, li ser hizra ku bomberana ser qaçaxçîyên Roboskê ji alîyê artêşê ve hatîye kirin, biryar da ku ku doza heyî bişîne Dozgerîya Artêşê ya li Enqerê.

Serokê Baroya Dîyarbekirê Tahir Elçî di derbarê vê biryarê de axifî.

Elçî got “Ev biryar dijî mafê mirovan û hiqûqê ye. Di destpêkê heta îro naveroka lêpirsînê ji avuqat û malbatan hat veşartin. Maneya vê biryarê ew e ku ev suc yê leşkerîyê ye û divê doz li wir were meşandin. Dozgerekî ku di bin emre artêşê de be, çawa dikare bi azadî biryar bide?”

Elçî bi berdewamî got, ew dixwazin ku doza Roboskê li dadgeheke bêalî were dîtin.
Ji gundê Roboskê, Ferhat Encû jî ji Dengê Amerîka re wiha peyîvî:

“Ev biryar em şaş û ecebmayî nekirin. Hêvîya me tuneye ku kûjerên vê bûyerê werin dad kirin. Bi biryara komîsyona parlamenê û bi biryara serdozgerîyê, me deste xwe ji hiqûqa Tirkîyê şûşt û emê doza xwe bibin Dadgehên Navnetewî yên Mafên Mirovan.

Hêjayî bîrxistinê ye ku 28’ê Kanûna 2011’an de firokên şer yên Artêşa Tirkîyê li ser gundê Roboskê ku girêdayê Qilêbana Şirnexê ye, bombebaran kirûbûn û di encamê de 34 Kurd hatibûn kuştin.

Your browser doesn’t support HTML5

HK_6_12_13_1