Ukrayna Dibêje di Êrîşên Rûsya de 2 Kes li Sumy Hatine Kuştin, 11 Kes ji Birîndar Bûn

Karbidestên Ukraynî îro Înê ragihand ku di êrîşeke Rûsî ya ser kargeheke li bajarê Sumy yê bakurê welêt de 2 jin hatin kuştin û herî kêm 11 kes jî birîndar bûn.

Ofîsa Dozgerîya Giştî ya Ukraynî dîyar kir ku kargeh xwarinên zarokan, ava fekîyan û pêdivîyên male çêdikirin.

Dozgerên xwecîhî jî li ser Telegramê got ku kesekî birîndar paşê li nexweşxaneyê mir û termê birîndarekî din jî ji binê kavilan hat derxistin.

Karbidestên Ukraynî ji rûniştvanan xwest ku li mala xwe bimînin û pencereyan bigiria paceyan bigirin ji ber qirêjiya hewayê.

Herêma Sumy ya bakurê Ukrayna hevsînora herêma Kurskê ya Rûsya ye ku Ukrayna ji 6ê Tebaxê vir ve hin beşên wê herêmê kontrol dike.

Rûsya qebûl nake ku hêzên wê sivîlan bi mebest dikin armanc, lê karbidestên Ukraynî dibêjin ku ji destpêkirina şer vir ve bi hezaran sivîl hatine kuştin û birîndar kirin.

Jêder: Reuters