Karbidestên Ukraynayê roja Yekşemê ragihand ku, Rûsyayê bi şev li seranserî Ukraynayê êrîşên dronî pêk anîne, ku bi taybet paytext Kîev û binesaziya bendera Odesa ya Deryaya Reş kirine armanc.
Dezgeha rewşa lezgîn ya Ukrayna got ku di êrîşên Rûsî de kesek birîndar bûye, depo û kamyonên barhilgir li Odesa zirar dîtine, ku welat jî jibo çend demjimêran di bin hişyarîya êrîşa esmanî de maye.
Hêza esmanî ya Ukraynayê dîyar kir ku artêşa Ukraynayê 56 ji herî kêm 87 dronên ku Rûsyayê avêtine ser herêmên cuda yên welêt xistin xwarê.
Hezê herwiha got ku 25 dronên din jî bendkirineke elektronîkî "winda bûne," lê hûrgulî nedan.
Rêvebirê leşkerî yê bajarê Kîevê Serhiy Popko ragihand ku berevanîya esmanî hemû dronên ku paytextê kiribûn armanc, têk birine.
Hat ragihandin ku ti kes birîndar nebûye.
Popko got ku jibo Kîev û herêma derdorê di tevahîya şevê de sê caran hişyarîyên êrîşa esmanî hatine ragihandin,
Rûsya armanckirina sivîlan red dike, di êrîşên xwe yên li Ukrayna de ku di Sibata 2022’an de destpê kir. Lê bi dron û bombeyan li navendên niştîcihî yên li pişt xeta pêşîn dixe.
Jêder: Reuters