Karbidestên Ukrayna îro Duşemê ragihand ku Rûsya bi şev bi dronan êrîşên berfireh birine ser welêt.
Wan karbidestên dîyar kir ku bi êrîşên dronî li Kîevê şewatek çêbûye, jinek birîndar bûye û li Sumy li rojhilata bakurê welêt jî çend malan zarar dîtine.
Artêşa Ukrayna da zanîn ku ji 83 dronan 61 hatine xistin û dîyar kir ku dibe ku bi 22 dronên din jî bi teknîkên elektronîk hatibin xistin.
Bajarvanê Kîevê Viatli Klitschko ji Telegramê dîyar kir ku di şewatê de ti kes birîndar nebûye.
Walîyê herêmê Ihor Kalchenko ji Telegramê got ku li Sumyê jinek bi êrîşa dronî birîndar bûye 5 malan jî xisar dîtine.
Servîsên alîkarî dîyar dikin ku ji malên zarar dîtine 65 kes hatine derxistin.
Rûsya dawîya Sibata 2022’yan re dest bi dagirkirina Ukrayna kir û her du alî jî dibêjin ew ti êrîşî nabin ser sîvîlan.
Di pevçûnan de piranîya wan Ukraynî bi hezaran sîvîl hatine kuştin.
Jêder: Reuters