Serok Obama Cejna Remezanê Pîroz Dike

Serokê Amerîkî Barack Obama cejna Remezanê li Musilmanan pîroz kir.

Serok Obama bi navê gelê Amerîkî “germtirîn pîrozbahî” pêşkeşî civakên Musilmanan li Amerîka û seranserê cîhanê kir.

Di beyannamekê de roja Yekşemê, Serok Obama got “civakên olî yên cûda, di nav de Amerîkiyên Musilman, jiyana me li Amerîkayê dewlemend dikin, demokrasiya me bihêz dikin û azadiyên me diparêzin, di nav de azadiya olî.”

Serok Obama hewiha dibêje “lewma em piştgîriya kesên ser bi olên cûda dikin li Amerîka û seranserê cîhanê, jibo parastin û pêşvebirina mafê olî, ku mafekê cîhanî ye.”