Di Teqînekê de li Helebê Sê Kes Hatin Kuştin

Bi sedema teqînekê li bajarê Helebê, sê kes hatin kuştin û 25 kesên din birîndar bûn, li gor rêkxistîya Çavdêrîya Mafên Mirovan ya Sûrî li Londonê.

Ajansa nûçeyan ya ser bi rejîma Sûrî radigihîne ku teqîna roja Yekşemê li navbera du avahîyan qewimî û karê “teroristan e.”

Di du teqînan de roja Şembî, 27 kes li Şamê hatine kuştin û herî kêm 100 kesên din birîndar bûn.