Bi sedan çalakvan li Washington a paytext xwepêşandan kirin li dijî bedkariya bank û kompanyayên mezin û ne wekhevî ya civakî.
Xwepêşandana Washington li meydana Azadî destpê kir û paşî xwepêşander çûne pêş Seraya Spî.
Daxwazên xwepêşanderan têkel in, ji wan encamdana reformên aborî û vekêşana leşkerên Amerîkî li çend welatan.
Li meha bihûrî xwepêşandan li bajarê New Yorkê destpê kir û paşî li jimareka bajarên serekî yên Amerîkî xwepêşandan hatin kirin.