Bi Dehan Xwepêşander li Boston Hatin Girtin

Bi Dehan Xwepêşander li Boston Hatin Girtin

Polîsên bajarê Boston bi dehan xwepêşander girtin, li demê ku xwepêşandan li dijî alozbûna rewşa aborî li jimareka bajarên Amerîkayê berdewam in.

Ew xwepêşander sipêdeya roja Sêşembî hatin girtin, piştî wan guhê xwe neda fermanên hêzên polîsan ku cihê xwepêşandanê biguherin.

Piraniya kesên roja Sêşembî hatin girtin ser bi komela bi navê 'Occupy Boston' in (bi Kurdî: Boston ê dagîr bikin) ku ser bi tevgera 'Occupy Wall Street' in (bi Kurdî: Wall Street ê dagîr bikin) ku li meha bihûrî li New York destpêkir.

Daxwazên xwepêşanderan têkel in, ji wan encamdana reformên aborî û vekêşana leşkerên Amerîkî li çend welatan.