Kanala CBS ji zarê karbidestên Amerîkî ragihand ku Washingtonê plana êrîşên dijî hin navendên li Îraq û Sûrîyê pejirandîye.
Li gor plana erêkirî, wê dijî hin kes û kargehên Îranî jî êrîş li dar kevin.
CBS di nûçeya xwe de zelal nekir ku bersîvdana pejirandî wê kengî, li ku û çawa pêk werin.
Serokê Amerîka Joe Biden roja Sêşemê gotibû ku wan biryar daye ku ewê çawa bersîvê bidin êrîşa dronî ya li rojhilata bakurê Urdunê bidin.
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken roja Duşemê dîyar kiribû ku ew dikarin bersîveke qonax bi qonax û domdar bidin.
Amerîka ser êrîşa dawî ya hember hêzên Amerîkî, ku 3 leşker kuştibûn û pirtir ji 40 kes jî birîndar kiribûn, çekdarên bi piştgirîya Îranê tawanbar dike.
Tehranê roja Sêşemê red kiribû ku ti peywendîya wê bi êrîşa li Urdunê heye.
Karbidestên Amerîkî dibêjin ku ew dixwazin ku bê ku şer gur bibe cezayan bidin çekdarên bi piştgirîya Îranê.
Êrîşa dronî ya dijî leşkerên Amerîkî ji destpêbûna şerê Hamas û Îsraîlê vir ve êrîşa pêşî ya kujer e û gurtirbûna girjîya li Rojhilata Navîn nîşan dide.
Jêder: Reuters