Veroj: Rêbirîna PKK’ê Bo Propagandayê Bû

Di bûyerekê de li Şemzînan, çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê rêya karwanê parlamenterên Partiya Aştî û Demokrasiyê birî.

Vîdyoyên wê bûyerê di medya û Internetê de belav bûn û xuya dikin ku parlamenterên BDP’ê û çekdarên PKK’ê hevdu hembêz dikin.

Seîd Veroj, sernivîserê kovara Bîr li Dîyarbekirê, dibêje ku ew rêbirîn “bo propaganda û medyayê bû.”

Birêz Veroj heriwha dibêje ku di medyaya Tirkîyê û Kurdî de nêrînên cûda hene derbarê wê bûyerê û hindek kes dibêjin ku ew rêbirîn berê hatibû plankirin.

Your browser doesn’t support HTML5

Hevpeyvîn bi Seîd Veroj re