El Qayde Davêje Ser Zindanekê li Yemenê û 300 Kes Azad Dike

Mîlîtnanekî gumankirî yê El Qaydê li dagehê ala eke Îslamî bilind dike

Mîlîtanên El Qayde avêtin ser girtîngeheke li başûrê Yemenê û 300 girtî azad kirin, di vê demê de ku şerê navbera Husîyên Şîa û hêzên hikûmetê berdewam dikin.

Karbidestên ewlekarîyê dibêjin, girtîyê navdar Khalid Batarfi jî di nav wan kesan de ye ku ji girtigeha al-Mukalla revîye.

Di bûyereke din de, ajansa fermî ya Erebistana Saudî ragihand ku zerevanekî wê yê tixub hate kuştin, bi guleyên ku ji alîyê Yemenê hatiye.