Polîs li rojhilata Hindistanê dibêjin bergumanên serhildayên Mawîst şemendefireke neferan ji rêkê lada û bi şemendefireke din keft. Di serhatîyê de, bi kêmî ve 71 kes mirin û 200 yên din birîndar bûn.
Serokê polîsên Bengal ya Rojava Bûpider Sing, got eşkereye Mawîstan şemendefira rewan têkda li demê ew ji bajarê Kolkata ber bi Mombay diçû.
Ajansa peyamên Press Trust ya Hindistanê li pêşî ragîhand, komeleka ku Mawîst piştevanîyê lê dikin bi navê Komîteya Gel ya dijî karên hovane yên Polîsan, berpisyarîya xwe ji êrîşê ra ragîhand , belê dipêra peyivdarê komelê got ew têkilî vê êrişê nebûyne.
Karbidest vekolîna dikin li ser egerên ladana şemendefirê ji ser rêka wê. Wezîrê kar û barên navxwe P. Chidambaram got wisa diyar e parçeyeka rêka hesin hatîye ladan, belê karbidest hîn nizanin ka keristeyên peqîne hatin karanîn yan ne.