Zelenskyy li Îtalya bi Meloni û Papa Francis re Dicive

Zelenskyy û Meloni li Qesira Chigi ya li Roma (13/05/2023)

Vatîkanê îro Çarşemê ragihand ku Papa Francis wê roja Înê bi Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy re bicive.

Francis, Zelenskyy herî dawî vê havînê li Îtalya di hilcivîna G7 de dîtibû.

Her du rêber Berfanbara 2023’yan li Vatîkanê kom bûbûn.

Çaverê ye Zelenskyy vê vefteyê li Roma ya paytext bi Serokwezîrê Îtalya Giorgia Meloni re jî bicive.

Francis meha Adarê ser sekinadina şerê Kîev û Moskowê gotibû ku divê wêrekîya rakirina ‘’ala sipî’’ were nîşan dan ku vê yekê hêrsa Ukrayna rakiribû.

Zelenskyy ser wan gotinên Papa Francis gotibû ku ‘’navbeynkarîya sîber’’ e.

Jêder: Reuters