Herêmên Kurdan - Voice of America
Barzanî Daxwaza Sîstema Berevaniya Esmanî ya li dijî Êrîşên Dronan Dike
Barzanî di hevpeyvînek berfireh a bi Al-Monitor re hişyarî da û dilgiranîya xwe diyar kir û got ku vekişandina sîstema berevanîya esmanî ya Patriot a Amerîkî bêguman Herêma Kurdistanê dixe di metirsîyê de.
Barzanî got ku Herêma Kurdistanê ziyan ne gehandîye ti alîyekî û ti carî nebûye gef li ser ewlehiya cîranên xwe, û wî her wiha hewildanên ku Herêmê bikişînin nav şer û pevçûnên li herêmê bi tundî red kir.
Derbarê têkiliyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de Barzanî got, “Ez dizanim ku Amerîkayê biryara vekişandina leşkerên xwe ji Îraqê daye, û em rêzê li wê biryara Amerîkayê digirin. Em tenê hêvî dikin ku ev vekişandin valahiyeke ewlehiyê li herêmê çê neke.”
Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê dê bimîne hevparê herî pêbawer û cihê baweriyê yê Amerîkayê li herêmê, û bang kir ku têkiliyên bi Washingtonê re ji hevkariya ewlehiyê derbasî hevkariyên berfirehtir ên aborî û siyasî bibin.
Derbarê êrişên ku ji Îranê ve tên kirin, Barzanî got ku rayedarên Îranê divê rave bikin ka çawa dronên ji çêkirina û hilberîna Îranê ji hundirê axa wê ji bo pêkanîna êrişên li ser Herêmê tên bikaranîn.
Al-Monitor dibêje, Mesrûr Barzanî hewil dide ku şîyanên berevanîya esmanî ya herêmê zêde bike li hember berdewamîya gefên dronên Îranê yan jî milîşyayên girêdayî Îranê yên ku li Îraqê çalak in.
Barzanî daxwaz ji hemû dostên Herême kir ku di avakirina şiyanên parstina esmanî de alîkariya Herîma Kurdistan bikin da ku xwe biparêze.
Êrîşa herî dawî ya ku roja Duşema borî, hem ofîsa taybet a Barzanî û hem jî mala Rêveberê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê kir armanc.
Hêjayî gotinê ye ku Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê li Îraqê Tom Barrack ev êrîş bi tundî şermezar kir û got bû, “Êrîşeke bi vî rengî li dijî hevalbendên me yên Kurd ên pêbawer nayê qebûlkirin û gefe li ser aramiya herêmî. Em ê van dijminatiyan qebûl nekin û tehemûl nekin“.
Zeydî: Êrîşên li ser Îraq û Herêma Kurdistanê bi Tevahî Nayên Qebûlkirin
Di pêwendiyeke telefonî de, Zeydî ji Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re piştrast kir ku "ev êrîşên li ser Îraq û Herêma Kurdistanê bi tevahî nayên qebûlkirin."
Zeydî tekez kir ku êrîşan ewlehî û aramiya Îraqê kiriye armanc, û zirardayîna ewlehiya Herêma Kurdistanê zirarê dide ewlehiya niştîmanî ya Îraqê.
Zeydî her wiha got ku rayedarên peywendîdar dê rewşa van êrîşan lêkolîn bikin û kesên berpirsiyar li gorî qanûnê dadgeh bikin.
Ji aliyê xwe ve, Mesrûr Barzanî li gorî daxuyaniyek ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tekezî li ser girîngiya parastina ewlehî û aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê kir.
Fûad Hûsên Derbarê Êrîşa Hewlêrê Helwesteke Fermî ji Îranê Dixwaze
Hûsên tekez kir ku kiryarên bi vî rengî girjîyeke metirsîdar çê dike, ku dê bandorek neyînî li ser ewlehiya Îraqê û aramiya herêmê hebe.
Her wiha Wezîr Fûad Hûsên diyar kir ku êrîşên berê ji aliyê hikûmeta Îranê ve bi behaneya hebûna partî an aliyên opozîsyona Îranê bi rengî ji rengan rewa dihatin dîtin, lê êrîşa dawî rasterast baregeha serokê hikûmeta herêmê kire armanc, ev yek jî dikare aloziyê zêde bike û aramiya herêmê bixe di metirsîyê de.
Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Îraqê, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî nîgeraniya xwe derbarê êrîşeke wiha de anî ziman û diyar kir ku agahiyên wî nînin ku nîşan bidin êrîşek weha ji xaka Îranê hatiye kirin.
Eraqçî tekez kir ku di bin siya peywendiyên erênî û xurt ên di navbera hikûmeta Îranê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de, bi taybetî jî ligel her du partiyên sereke yên herêmê de, tu behane ji bo kiryarên wiha nîne.
Wezîr Eraqçî soz da ku ew ê daxuyaniyek fermî derxînin ku helwesta hikûmeta Îranê li hemberî vê bûyerê diyar bike.
Hêjaî gotinê ye ku Serokwezîrê Îraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, Elî Zeydî, ferman da ku komîteyek lêkolînê were avakirin da ku çavkanî û sedemên li pişt êrîşan eşkere bike.
Her wiha Zeydî ferman da ku encamên lêkolînê di zûtirîn dem de ji raya giştî re werin ragihandin û hemû şert û mercên êrîşê û aliyên li pişt wê werin eşkerekirin.
Tom Barrack Êrîşa li ser Hewlêrê bi Tundî Sermezar Kir
Balyozê Amerîkayê Tom Barrack di hesaba xwe ya platforma Xê de, got ku “êrîşa Îranê ya li ser heval û hevkarê me Kurd ê hêja, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û ofîsa wî li Hewlêrê, bi tundî şermezar dikim”.
Barrack tekez kir ku “Êrîşeke bi vî rengî li dijî hevalbendên me yên Kurd ên pêbawer nayê qebûlkirin û gefe li ser aramiya herêmî. Em ê van dijminatiyan qebûl nekin û tehemûl nekin.
Her wiha, Balyoz Barrack piştgiriya xwe ya tevahî ji Serokwezîrê Îraqê, Elî Zeydî re anî ziman û got ku Washington piştgirî dide rêberiya wî ji bo vegerandina serweriya temam a Îraqê û misogerkirina hemû çek û hêzên ewlehiyê ku di bin desthilatdariya dewleta Îraqê de bimînin.
Çima Herêma Kurdistanê Armanca Berdewam a Êrîşên Îranê ye?
Noredîn Weysî, Berpirsê Ofîsa Ragihandinê û Şêwirmendê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyeke nivîskî de ji bo Dengê Amerîka, ev êrîş wekî êrîşeke xapînok û bêserûber binav kir û got ku ew êrîş nerewan e, û nayên qebûlkirin.
Li gor Weysî, heta îro, Herêma Kurdistanê bûye armanca bêhtrî hezar êrîşan ji derve û hundirê Îraqê.
Weysî di daxuyanîya taybet a ji bo Dengê Amerîkayê hêvî xwestin ku Hikûmeta Federal a Îraqê û civaka navneteweyî berpirsiyariyê bigirin ser milên xwe û bilez û biryardarî li hemberî van êrîşan tevbigerin.
Weysî dîyar kir ku Ewlehiya Herêma Kurdistanê beşeke ji ewlehiya Îraqê û tevahiya herêmê ye û her êrîşeke weha dê bibe sedema kûrtirbûna tengezariyê û bêaramîyê.
Pisporê ewlehî û stratejîk Ehmed Şerîfî, hişyarî dide ku rojên bê, dê şahidiya zêdetir êrîşan bikin, û rojên pêş dê pir dijwar bin, ji bo Îraqê û Îraqiyan.
Şerîfî got, ku “Êrîşeke pir dijwar heye li ser hemû kesên ku dibêjin Îraq hevalbendekî stratejîk ê Amerîkayê ye.
Wî got jî, Îran dixwaze Îraqê bike enî û hewşa xwe ya paşîn, da ku bi rêya hevalbendên xwe ajendayên xwe pêk bîne.
Ji aliyê xwe ve, şîrovekarê siyasî Dr. Îsam Feylî bawer dike ku ji derveyî tirsa ewlehîyê, "êrîşa Îranê li ser Herêma Kurdistanê peyameke siyasîye, ne tenê ji Herêma Kurdistanê re, lê ji hemû welatên herêmê re."
Feylî weha dibîne ew (Îran), "xwedî hêza herî mezinê li herêmê û ji tu girêbest û peymanên navbera xwe û wan welatan re pabend nîne, û ew dikare her tiştî bike bêyî ku astengî an rêgirîyek hebe."
Feylî got, ku Îran malbata Barzanî, û bi taybetî Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Mesûd Barzanî, wekî dijberek taybet dibîne, ji ber ku ew xwe bi projeyên Îranê û siyaseta wê ya ku li herêmê dimeşîne ve, gir nadin."
Mesrûr Barzanî Êrîşa Îranê ya Ser Ofîsa Wî Şermezar Kir
Mesrûr Barzanî li ser platforma X’ê daxuyaniyek da û pişt rast kir ku Îranê êriş kiriye ser ofîsa wî û cihê mayîna serokê ajansa Parastinê.
Wê got, piştî lêkolîn û lêpirsînan derket holê ku êrîş ji alîyê Îranê ve pêkhatîye.
Barzanî ev êrîşên Îranê bi tundî şermezar kirin, û tekez kir ku ev yek pêşveçûneke metirsîdare û gefe li ser ewlehî û aramiya herêmê. Herdu cih ku di êrîşan de hatbûn aramnc girtin, li havîngeha Pirmam ya nêzîkî Hewlêrê ne.
Herêma Kurdistana Îraqê gelek caran rastî êrişên bi dron û mûşekan hatiye. li gor raportên herêmê ji dema destpêkirina pevçûn û girjîyên di navbera Amerîka û Îranê de, nêzî hizar êrîş li herêma Kurdistnê pêkhatine.
Di êrîşan de baregayên berpirsên siyasî, zeviyên petrol û gazê û baregayên partîyên kurd yên opozisyona rejîma Tehranê hatine armancgirtin.
Rayedarên ewlehiyê li Herêma Kurdistanê, Îranê û komên çekdar ên bi alîgiriya Îranê bi wan êrîşan tawanbar dikin.
Axios: Barzanî Navbeynkarê Amerîka û Fermandarê Pasdarên Îranê Bûye
Li gorî Ravid, di nîva meha Gulana borî de, danûstandinkarên Amerîkî yên ku hewil didan bi Îranê re bigihêjin rêkeftinekê ji bo bidawîkirina şer rastî pirsgirêkek cidî hatin: Ew nekarîn piştrast bin ka rayedarên Îranî yên ku di danûstandinan de amade bûn bi rastî xwediyê desthilatê ne ku li ser navê rêberên bihêz ên Pasdarên Şoreşê biryar bidin.
Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, rayedarên rêveberîya Trump hewl dan ku rasterast bi serokatîya Pasdarên Şoreşê re têkilî deynin ji bo wan têkilyên nihênî serî li Nêçîrvan Barzanî dan.
Li gorî raporta Axios, di 10'ê Gulanê de, Rêvebira Îstîxbarata Neteweyî ya berê ya Amerîkayê Tulsi Gabbard telefona Barzanî kir û jê re got ku rêveberîya Trump bawer dike ku ew dikare bibe alîkar.
Li gorî çavkanîyên agahdar, Gabbard rave kir ku ev bang bi razîbûna Serokê Amerîkayê Donald Trump û Cîgirê Serok JD Vance hatiye kirin
Di raportê de hat gotin ku di bersiva daxwaza Amerîkayê de, Barzanî rijd e ku ew dixwaze rasterast bi fermandarê pasdrên Îranê Ehmed Wehîdî re biaxive.
Axios nivîsand ku alîyê Îranî bi vê daxwazê razî bûye û di 14'ê Gulanê de, rayedarekî Pasdanên Şoreşê bi telefona şîfrekirî çûye ofîsa Barzanî li Hewlêrê da ku di navbera xwe û Wehîdî de danûstendinek ewledar saz bike.
Di raporê de tê destnîşankirin ku Barzanî ji Wehîdî pirsî ka ew bi danûstandinkarên Îranî û helwestên wan re ye. Li gorî çavkaniyek ku derabrê mijarê agahdar e, WWehhîdî bersiv da û got ku ew piştgirîyê dide danûstandkaran û helwesta Pasdarên Şoreşê ew e ku krîz bi rêya danûstandinan çareser bibe.
Sê çavkanîyan, di nav de rayedarekî Koşka Spî, ji Axios re gotine ku Barzanî di cih de piştî axaftinê telefoa Gabbard kiriye û bersiva Wehîdî ji wan re ragihandiye. Gabbard jî Koşka Spî agahdar kiriye.
Li gorî Ravid, piştî wergirtina bersiva Îranê, rêveberîya Trump pêşniyarek din kiriye, ew jî ew bû ku; ji Barzanî xwestîye ku li Hewlêrê hevdîtinên nihênî di navbera danûstandkarên payebilind ên Amerîkî û Îranî de encam bide.
Barzanî dîsa bi aliyê Îranî re têkilî danî û pêşniyara xwe ji wan re ragihandiye.
Dengê Amerîkayê ji alîyê xwe ve nikarî naveroka raporta Axios piştrast bike, û heta amadekirina vê raportê ne Serokatîya Herêma Kurdistanê û Ofisa Nêçîrvan Barzanî, ne jî Rêveberîya Amerîkayê tiştek derbarê îdîayên di raporta Axios de hatine ranegihandîye.
Civîna Hewlêr û Bexdayê Derbarê Opozîsyona Kurdî ya Îranê
Serdana şanda Bexdayê bo Herêma Kurdistanê li ser mijarên ewlehîyê yên hevbeş yên di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê û pêdaçûna li ser xalên peymana ewlehîyê ya di navbera Îraq û Îranê de bû.
Ofîsa Ebûdî di daxuyanîyekê de got ku Şêwirmendê Ewlekarîya Niştimanî ya Îraqê li Hewlêrê bi Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê(PDK) re civiya.
Ji bilî nirxandina pêşhatên herî dawî yên herêmê û cîhanê, herdu alîyan li ser “rewşa giştî ya Îraqê” danustandin kirin û nirxandin.
Li gor daxuyanîyê, "Herdu alîyan li ser hemahengî û hevkarîya berdewam a di navbera Bexda û Hewlêrê de di warên kontrola sînor, parastina ewlehî û aramîyê, û ji bo nehêlana qaçaxçîtîyê û terorîzmê, nîqaş kirin.”
Piştî serdanê, Komîteya Bilind a bicîhanîna Peymana Ewlehîyê ya Hevbeş a di navbera Îraq û Îranê de, bi serokatîya Qasim Ebûdî ji Bexdayê û Rêbar Ehmed, Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê, civînek li dar xist.
Daxuyanîyê eşkere kir, ku komîteyê cîbicîkirina rêkeftina di navbera Îraq û Îranê de nirxand û “Tekez li ser girîngîya berdewamîya danûstandin û hemahengîya di navbera hikûmeta federal a Bexdayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li gorî rênmayên Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Îraqê, kir.”
Îro Salvegera 12'mîn a Komkûjîya Koço tê Bibîranîn
15'ê Tabexa sala 2014'an, ne rojeke normal bû ji bo xelkê Şingalê û rûniştvanên gundê Koço. Li dema navê gundê Koço tê, tenê xeyala mirovan diçe ser komkujîya jin û zarok û mêran, ew ên bûne qurbanîyên teroristên Daişê, ku di wê roja reş de zêdetirî 400 kes kuştin û di 22 gorên komî de veşartin.
Kirdara Daişê li Koço beşek bû ji êrîşa bi ser devara Şingalê ku li gor Rêvebirîya Giştî ya karûbarên Êzdîyan pitir ji 6,417 kes hatine revandin û 68 perestgehên wan hatine wêrankirin.
Hêjayî gotinê ye ku Bexda û Hewlêrê di 9'ê Cotmeha 2020'an de ji bo normalîzekirina rewşa Şingalê rêkeftinek îmze kir, lê heta niha ew rêkeftin nehatîye bichkirin.
Cêgirê Serokê Perlemana Îraqê Ferhad Etrûşî di daxuyanîyekê de ku li ser malpera Perlemana Îraqî hatîye belavkirin, careka din daxwaza bichkirina rêkeftinê kir.
Rojnamevan Xidir Dûmilî gote Dengê Amerîka, “Tevî vegerana jiyana normal li piranîya deverên berê di bin kontrola Daişê de, lê devera Şingalê hîn di rewşeke xirab da ye û rêgirî hene hember vegera Şingalîyan.”
Dûmilî dibêje “Şermezarîya mezin di pirsa gorên bi kom de ye, ku Hikûmeta Federal piştî çend salan nikare taqikirnên DNA'ê bi dawî bîne û herwiha ti karekî berçav nekiriye di pirsa xizmet û qerebûkirina qurbanîyan de.”
Piştî 12 salan ji hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û herwiha hewldanên xewcihî û kesayetîyên Êzdî û rêkxistînên biyanî, pitir ji 3,500 kes hatine rizgarkirin, ku piranîya wan jin û keç bûn û doseya Şingal û Koço vekirî dimîne.
Dezgeha Dijî Terorê: Li Hewlêrê 3 Dron Hatin Pûçkirin
Li gor daxuyanîya Dezgeha Dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê, ev dron li esmanê Hewlêrê hatine xistin û pûçkirin.
Piştî ku dron hatin pûçkirin, bermayên wan li nêzîkî malên xelkê yên li nêzî Firokxaneya Navnetewî ya Hewlêrê ketin xwarê.
Hatîye ragihandin ku di vê rûdanê de kes birîndar nebûye an nehatîye kuştin, ciyê ku dron jê hatine nehatîye naskirin.
DEM Partî Dê di 6’ê Îlonê de Kongreya Xwe ya Giştî Dar Bixe
Çar Êrîşên Dronan Axa Herêma Kurdistanê Dikin Armanc
Karbidestekî Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand ku du êrîş li navçeya Balîsanê li ser baregehên wan bûne.
Amanc Zîbayî, endamê serkirdayetîya PDKÎ ji Dengê Amerîkayê re got “Sibeha zû, nêzîkî demjimêr 6, Îranê bi du dronên nû yên bi navê ‘Hedîd’ êrîşî baregehên me yên li Balîsanê kir. Berê hêzên me li wir bûn, lê niha ew der vala ye û ti kes ji me li wan baregehan nemaye.”
Zîbayî got “Heta niha 152 êrîş li ser baregehên me hatine kirin. Piranîya van êrîşan li ser cihên sivîl û avahîyan bûne. Ji ber vê yekê, sê şehîd û neh birîndarên me hene.”
Çavkanîyekê ji nav Soranê ji Dengê Amerîkayê re got “Îro du dron li du cihên cuda ketin xwarê. Yek ji wan li navenda Soranê ket ser xanîyekî, û drona din jî li ser çiyayê Herîrê ket xwarê.”
Di van êrîşan de ti kes birîndar nebû. Lê ew dron li ser çiyayê Herîrê bûn sedema agirekî. Piştî demekê agir hat vemirandin.
Ev di demekê de ye ku çend roj berê, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji medyayeke Erebî re got ku ji destpêka şerê 40 Rojî ve heta niha, Îran û komên çekdar ên Îraqî zêdetirî 1000 caran êrîşî Herêma Kurdistanê kirine.
Li gor zanyarîyên Dengê Amerîkayê ku ji partîyên Rojhilatê Kurdistanê kom kirine, bêhtirî 425 êrîş li ser baregehên wan partîyan hatine kirin.
Îro jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku êrîşên komên çekdar ti zirar neda Amerîkîyan, tenê zirar gihandiye sazîyên aborîya Kurdistanê û sazîyên Îraqê.
Baroyên Herêmî Ser Qanûna Çarçoveyî ya Tirkîyê Piştgirîya Mercdar Didin
AK Partî Dibêje Qanûna Çarçoveyê Rê li ber Bêçekkirina PKK'ê Vedike
Îranê bi Sê Mûşekan Êrîşî Bingeha Komele ya li Dola Alan Kir
Emced Husên Penhaî Endamê Desteya Serokatiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê di daxuyanîyekê de ragihand ku Komara Îslamî bi sê mûşekan êrşî bingeha wan ya li Dola Alan, ya li Parêzgeha Hewlêrê kirîye.
Di daxuyanîyekê de Penahî dibêje, êrîşa pêkahtî gelek bihêz û dijwar bû, lê ji ber ku amdekarîyên pêşwext yên parastina ewlehîyê hatbûn kirin, kuştin çênebûye lê du birîndar hene û birîna wan sivike.
Ev êrîş beşeke ji pêla êrîşên domdar yên artêşa Îranê ku bi mûşek û dronan li ser binghên partiyên Rojhilat yên ku opozisyona hikûmeta Tehranê ne û li Herêma Kurdistanê dimînin, encam didin.
Li gorî daxuyanîya Komalê, ji destpêka şerê Îran û Amerîkayê ve li herêmê, hejmara giştî ya êrîşên mûşekî û dronan ku li dijî bingehên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê pêkahtine, gihîştiye zêdetirî 102'an.
Raportên Medya herêmî dibêjin ji 28ê Sibatê ve heta niha zêdetirî 960 êrîşên mûşekî û dronan li Herêma Kurdistanê pêkhatine, di encamê de 32 kes hatine kuştin û 156 kesên din jî birîndar bûne, di nav wan de 19 Pêşmerge ji pênc partiyên Rojhilatê Kurdistanê ne, lê Dengê Amerîka nikarî bi şêweke serbixwe hejmara êrîşên û qurbaniyan piştrast bike.
Darline Graham: Cûdahîya di Navbera Min û Lindsey de di Siyaseta Derve de ye
Wezîrê Cengê yê Amerîkayê Pete Hegseth, çend berpirsên hikûmetê û Senator Darline Graham, xwişka Lindsey Graham, ku demkî di posta wî de xizmet dike, di merasîmê de beşdar bûn.
Senator Darline Graham, ku Serok Trump piştgirîya wê dike, biryar daye ku ji bo kursiya Lindsey Graham bibe berbijêr. Hilbijartin ji bo Mijdarê hatine plankirin û heke ew bi ser bikeve, ew ê şeş salan nûnertiya Karolînaya Başûr bike.
Lindsey Graham yek ji senatorên herî çalak ên Amerîkayê di mijarên siyaseta derve û ewlekarîya neteweyî de bû. Ew yek ji parêzvanên herî bihêz ên Kurdan bû û di dema zêdetirî 20 salan, di Senatoyê de dengekî bilind ê parastina Kurdan bû.
Her çend Lindsey û xwişka wî Darline têkiliyek pir xurt hebûn û li ser gelek mijaran nêrînên xwe parve dikirin jî, lê xuya ye ku ew di siyaseta derve de ji hev cuda ne.
Di posteke rojnamevanekî Medya MS Now, Senator Darline Graham di dema kempeyna xwe ya li West Columbia de got "Em herdu jî baweriya xwe bi prensîb û nirxên muhafizak tînin, lê cudahîya me di warê ewlekarîya neteweyî û têkiliyên derve de ye, ez zêtir giringîyê didim jiyana rojane û dabînkirina jiyana malbatan re eleqedar im, ji ber ku ez dizanim, ji mûçeyekê heta mûçeyê çiqas dijwarî heye."
Şîroveyên Darline nîşan didin ku dê karê wê dê ji ya birayê wê Lindsey cuda be, ku piraniya dema xwe ji bo siyaseta derve û ewlehiya neteweyî terxan kiriye û gelek caran ji hêla rikaberên xwe yên siyasî ve hatiye rexnekirin.
Hilbijartina Mijdarê dê çarenûsa siyasî ya Darline Graham diyar bike. Ger biserkeve, komîteyên ku ew di Senatoyê de dibe endam û xizmetê dike dê girîng be. Bi taybetî heke ew komîte bi siyaseta derve û ewlekarîya neteweyî ve girêdayî bin.
Gelo bi Peymana 'Mekeyê' Ewlehîya Herêmî Jinûve Saz Dibe?
Hengaw: Hêzên Îranê Kolberê Kurd Mihemed Tewhîdî Penah Kuşt
Li gor Hengawê, Tewhîdî Penah xelkê Seqizê bû û dema ku li herêma sînorî ya Hengejal a Banehê kelûpel vediguhestin, hate gulebarankirin.
Rêxistinê diyar kir ku hêzên sînorî yên Îranê bêyî hişyarîya pêşwext gule li ser komeke kolberan reşandin û Tewhîdî Penah di cih de canê xwe ji dest da.
Rêxistinên mafên mirovan ragihandin ku îsal heta niha herî kêm 35 heta 45 kolber hatine kuştin û bêhtirî 100 kolber jî birîndar bûne.
Ted Cruz Daxwaza Piştevanîya Kurdan Dike
Ted Cruz banga biçekkirin û piştgirîya çekdarî ji bo opozîsyona Komara Îslamî kir got, ew dikarin ji bo lawazkirin û hilweşandina hikûmeta Îranê rol bibînin.
Ted Cruz roja Înê êvarê di hevpeyvînekê di Fox News de got ku hikûmeta Amerîkayê di destpêka vê salê de li ser çekdarkirina dijberên Komara Îslamî, bi taybetî Kurdan, axivîbû, lê ji ber dijberîya Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan ev plan hate hilweşandin.
Cruz got, ku Kurd di gelek şer û pevçûnan de hevalbendek pir dilsoz ê Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê bûne û piştgirîya wan dikare bibe beşek ji stratejîyek guncaw, ji bo rûbirûbûna bi Komara Îslamî re.
Senatorê Komarî got, ku Komara Îslamî di 47 salên borî de li dijî Amerîkayê şer kiriye û armanca siyaseta Amerîkayê divê hilweşandina rejîmê be.
Du Endamên Pasdarên Îranê li Sine û Mehabadê Hatin Kuştin
Li gor rêxistina Hangawê ya mafên mirov, endamekî Pasdaran bi navê Salar Rangamez Şemîyê li navçeya Sineyê hatiye kuştin.
Li gor çavkanîyan, endamekî din ê Pasdaran bi navê Omer Dehqan di pevçûneke cuda de navbera Pasdaran û çekdarên nenas de li devera Gageşê ya Mehabadê hatiye kuştin.
Koma Xorî Hîwa (Roka Hêvîyê) li ser hesabê xwe yê Instagram berpirsyarîya herdu kuştinan girt ser xwe.
Di daxuyanîyê de, rêxistinê Salar Rangamez û Omer Dehqan bi lîstina roleke rasterast di "girtin û îşkencekirina ciwanan" û tepeserkirina xwepêşandanên ku wekî 'Şoreşa Jin Jiyana Azadî' tên zanîn, tawanbar kir.
Di 5'ê Tebaxê de jî rêxistina Xorî Hîwa ragihand ku li herêma Rebatê di navbera hêzên wê û hêzên Pasdaran de pevçûnek çêbûbû.
Xorî Hîwa di Hezîrana borî de yekem êrîşa xwe li Rojhilatê Kurdistanê li dijî Pasdarên Îranê pêk anî.