Îran - Voice of America
Amerîka bo Agahîyên ser Çalakîyên Pasdarên Îranê yên Darayî 15 Milyon Dolar Wekî Xelat Terxan Dike
"Artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî (IRGC) dahata xwe ji bo fînansekirina çalakîyên xwe yên terorîstî bi rêya çalakîyên cûda yên neqanûnî peyda dike, di nav de firotin û veguhestina petrola Îranê ya sizakirî," Wezareta Derve di postekê de got.
"Eger agahîyên we li ser şandina petrolê ji alîyê IRGC ve, tanker an alîyên ku di veguhestina petrola neqanûnî de an kes û çalakîyên têkildar hene, ji kerema xwe peywendîyê bi me re bikin."
Kuweyt Êrîşeke Rejîma Îranê ser Girava Bûbîyanê Pûç Dike
Wezaretê li ser platforma X'ê ragihand ku komeke şeş kesî ya Pasdarên Îranê, bi mebesta êrîş û tevlihevîyê li dijî Kuweytê, xwestine bi dizî bikevin girava Bûbîyanê, lê hewildana wan hatîye pûçkirin.
Kuweytê got ku hêzên wan rûbirûyî wê komê bûne û çar endamên wan girtine, lê du kesên din winda bûn.
Herwiha hat ragihandin ku di wî şerî de endamekî hêzên ewlekarîyê yê Kuweytê birîndar bûye.
Girava Bûbîyanê dikeve bakurê rojavayê Kendava Farisê, nêzîkî sînorê Îraqê. Niha li ser wê giravê projeya çêkirina benderekê berdewam dike ku hikûmeta Çînê pereyê wê dide.
Wezareta Derve ya Kuweytê ev êrîşa "ne qanûnî û dijminane" bi tundî şermezar kir. Wezaretê got ku li gor qanûnên navnetewî, mafê wan heye ku ji bo parastina xwe bersivê bidin.
Rejîma Îranê heta dema amadekirina vê nûçeyê, ti daxuyanî an jî bersiv li ser vê mijarê nedaye.
CENTCOM: Me Rêya 65 Keştîyan li Deryaya Erebî Guhertîye
CENTCOM'ê li ser platforma X’ê got ku keştîya cengê ya “USS Abraham Lincoln (CVN 72)” hîn jî li Deryaya Erebî ye. Ev keştî operasyona Amerîkayê ya li dijî bender û keştîyên Îranê bi rê ve dibe û nahêle bazirganîya wan berdewam bike."
CENTCOM’ê herwiha ragihand ku hêzên wan heta niha rêya 65 keştîyên bazirganî guhertîye û 4 keştîyên din jî ji kar xistine.
Tevî ku agirbestek di navbera Amerîka û Îranê de heye, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku dorpêça deryayî dê berdewam bike heta ku Îran mercên peymana aştîyê qebûl neke.
Amerîka Cezayan Datîne ser Tora Petrola Îranê
Wezaretê roja Duşemê ragihand ku herwiha sê karbidestên payebilind ên dezgeha petrolê ya girêdayî Pasdaran jî hatine cezakirin.
Wezareta Derve got ku ev dezgeh petrolê bi dizî li derveyî Îranê difiroşe û wan pereyan ji bo piştgirîya terorê û şerên herêmî bikar tîne.
Wezaretê tekez kir ku Amerîka naxwaze rejîma Îranê bigihêje wan pereyan, ji ber ku Îran wan pereyan di şer, teror û êrîşên li ser leşkerên Amerîkayê de bi kar tîne. Bi van cezayan, Amerîka dixwaze rê li ber belavbûna şer û çekan li herêmê bigire, Wezareta Derve got.
Rejîma Îranê Gencekî Din Sêdare Dike
Dezgeha fermî ya desthilatdarîya dadwerî li Îranê îdîa dike ku Ebdulcelîl Şebexş endamê koma Ensar el Furqan bû. Ew bi pêkanîna êrîşên çekdarî yên li dijî navendên hikûmetê hate tawanbarkirin.
Ajansa nûçeyan a Mîzan ku girêdayî dadwerîya Îranê ye, got ku belgeyên di dozê de, di nav de faylên deng ên ku ji alavên ragihandinê yên girtî hatine derxistin û "mikurhatinên" wî di qonaxa lêpirsînê de bingeha cezayê darvekirinê ne.
Ensar el Furqan komeke dijî hikûmetê li herêma Sistan û Belûcistanê ye ku rejîma Îranê wek "koma mîlîşyayên terorîst" binav dike.
Rêxistina Hengaw a mafên mirov got ku Şebexş, girtîyê siyasî yê Belûcî yê ji navçeya Taftana Sîstan û Belûcistanê, di dema şerê 40 rojî di navbera Îran, Îsraîl û Amerîkayê de hat girtin û bi dizî hat cezakirin. Cezayê wî li Girtîgeha Navendî ya Zahedan hate bicihkirin.
Hengav herwiha got ku agahîyên berfireh li ser doza girtîyê siyasî tune ne û ew kêmtir ji du mehan piştî girtina wî bi tawanbarîya serhildana ji alîyê koma Ensar el Furqan ve û sîxurîya bo Îsraîlê hate bidarvekirin.
Piştî êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê, rejîma Îranê hejmara bidarvekirinan zêde kir û rojane çend kesan sêdare dike.
Li gor raporta hevbeş a Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ya ku navenda wê li Norwêcê ye û rêxistina Bi Hev re li Dijî cezayê Darvekirinê ya Parîsê ye, Îran di sala 2025'an de herî kêm 1,639 kes bidarve kirin.
Fox News: Trump Hizra Dirêjkirina "Projeya Azadîyê" Dike
Serok Trump ev gotin di hevpeyvîneke telefonî de ya îro Duşemê de ligel John Roberts, rojnamevanê Fox News’ê axivî. Wî da zanîn ku wî heta niha biryara dawî li ser destpêkirina vê projeyê nedaye.
Operasyona "Projeya Azadîyê" hefteya borî ji alîyê Amerîkayê ve hat ragihandin, lê piştî daxwaza Pakistanê ya ji bo danûstandinên aştîyê yên bi rejîma Îranê re, zû hat rawestandin.
Serok Trump ser pirsa çima wî pêşnîyara dawî ya Îranê qebûl nekir, got tundûtûjîya ku rejîma Îranê li dijî welatîyên xwe dike "qet nayê qebûlkirin wê zêdetirî 42 hezar kes kuştin. "
Gelê Îranî "dixwaze dakeve kolanan. Çekên wan nînin. Wan çek di dest de nînin. Me digot qey Kurd dê çekan bidin (wan), lê Kurdan em bêhêvî kirin. Kurdan ew hilgirtin, ew hilgirtin... Ez ji Kurdan pir bêhêvî bûme."
Serok Trump herwiha got ku ew qet qebûl nakin ki Îran bibe xwedî çekê navkî. Serok Trump herwiha got "Îran ji hêla leşkerî ve bi tevahî haîtye têkbirin. Hinekî hêza wê maye ku dibe ku di vê heyamê de bidest xist be."
Trump ser rêveberîya Îranê jî got ku ew du beş in, hin ji wan dixwazin peymanek çê bibe û beşek jî tundrê û "Dîn in", ewên dîn "Dixwazin heta dawîyê şer bikin."
Serok Trump ser pirsa agirbestê got,"Ew bi awayekî ecêb qels e. Ez ê niha wekî ya herî qels bi nav bikim."
"Ez dikarim bêjim ku agirbest di rewşeke herî xerab de ye."
Brîtanya Cezayan Datîne ser Çend Kes û Sazîyên ser bi Îranê ve
Li gor ajansa Reutersê, ew kes tên sûcdarkirin ku li dijî Brîtanyayê û çend welatên din kar kirine.
Daxuyanîyeke fermî ya hikûmeta Brîtanyayê diyar dike ku karên van koman "plankirina ji bo êrîşan û alîkarîya darayî ya ji bo wan komên ku dixwazin aramîya Brîtanyayê û welatên din xerab bikin" bûye.
Bi van cezayên hikûmeta Brîtanyayê, pere û malên van kesan tên rawestandin û çûna wan a ji bo wî welatî tê qedexekirin.
Di mehên dawî de hat gotin ku dibe ku rejîma Îranê piştgirîya êrîşên li dijî Cihûyan ên li Brîtanyayê bike.
Di heman demê de, komeke bi navê "Heraket Eshab el Yemîn el Îslamîye" ku têkilîya wê bi rejîma Îranê re heye, berpirsiyarîya van êrîşan û êrîşên mîna wan ên li çend welatên Ewropayê girt ser xwe.
CENTCOM: 62 Keştîyên Bazirganî di Çarçoveya Dorpêçê de Hatine Kontrolkirin
CENTCOM dibêje ku ji derveyî 62 keştîyên bazirganî 4 keştîyên din jî bê çalakî hiştine da ku mecbûrî sepandina dorpêçê bibin.
CENTCOM di hesaba xwe ya X'ê de dîmenên keştîya şer a Amerîkî ‘USS Delbert D. Black (DDG 119)’ weşandin dema ku di Deryaya Erebî de derbas dibû, û di çarçoveya bicihanîna dorpêçê de çalakîyên xwe li avên herêmî berdewam dike.
CENTCOM ragihand ku hêzên wan ji her alî ve pabendbûna xwe ya serkeftina dorpêça li dijî benderên Îranê tekez dikin.
Di heman demê de, hêzên deryayî yên Amerîkî li avên herêmî rahênanên leşkerî li ser keştîya cengê "USS Tripoli (LHA 7)" pêkanîn ku helîkoptera ‘MH-60S Sea Hawk’ hatin bikaranîn ji bo ku di demên awarte û binpkirênên li hemebr dorpêçê de pêdivî bi lênêrîn û kontrolkirina wan keştîyan heye yên ku fermanên fermandarîyê qebûl nakin.
Ev di demekê de ye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyanîyên xwe yên dawî de gotiye, bersiva rejîma Îranê ji bo pêşnîyarên ku Amerîkayê ji bo rêkeftinekê kiribûn, "ne baş e" û bi tevahî “nayê qebûlkirin.”
Serok Trump herwiha gotbû ku şerê bi Îranê re bi tevhaî hêjî bidawî nebûye.
Îran Ciwanekî din bi Tawana Sîxurîyê Darve Dike
Mîzanê bêyî ku behsa karê wî bike, nivîsandîye ku Şekûrzade ji ber zanîna xwe, di navendeke zanistî ya welat de ku li ser satelaytan kar dike, xistibûn nav "projeyekê."
Li gor îdî'ayên Mîzanê, Şekûrzade bi zanabûn û daxwaza xwe peywendî bi Mosad û Ajansa Agahdarîyên Navendî (CIA) re kirîye da ku zanyarîyên zanistî yên Îranê bifroşe wan.
Rêxistina Mafên Mirov a Îranê belav kirîye ku Şekûrzade yê 29 salî, xwendekarê masterê yê çêkirina firokan bû li Zanîngeha Zanist û Teknolojîyê ya Îranê.
Raport diyar dikin ku Şakûrzade di sala 2025'an de ji alîyê îstîxbarata Supaya Pasdaran ve bi tawana xebata veşartî û hevkarîya bi welatên dijmin re hatibû girtin. Ew nêzîkî neh mehan di hucreya takekesî de mabû û li wir bi zextê daxuyanîyên bi zorê dane girtin ser xwe.
Îranê di mehên dawî de dest bi pêleke nû ya darvekirin, girtin û cezakirina giran a li dijî dijber û rexnegeran kirîye. Li gor sazîyên mafên mirov, Îran di demên şer û krîzên ewlekarîyê de van gavan wekî amûrekê ji bo tirsandin û kontrolkirina civakê bi kar tîne.
Eraqçî û Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî ser Danûstandinên Amerîka û Îranê Axivîn
Wezareta Derve ya Erebistanan Siûdî, di hesaba xwe ya X'ê de peyamek ser têkiliya telefonî ya Feysel û Eraqçî weşand û behsa rewşa danûstandinên di navbera Amerîkayê û Îranê kir.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Mehr, herdu alîyan li ser pêvajoya dîplomatîk a heyî ya di navbera Îran û Amerîkayê de nerînên xwe parve kirin. Lê behsa ti hûrgilîyên din li ser naveroka gotûbêjan nehat kirin.
Erebistana Siûdî êrîşên Îranê yên bi dronên li dijî Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Qeter û Kuweytê di rojên dawî de şermezar kirin.
Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî ragihand ku Riyad êrîş bi tundî şermezar kirin û piştgirî da hemî hewldanên welatên Kendavê ji bo parastina ewlehî û aramîyê.
Erebistana Siûdî her wiha daxwaza rawestandina bi tevahî ya êrîşên li ser herêmên Kendavê û her hewldanek ji bo girtina Tengava Hormuzê an jî girtina rêyên keştîvanîyê yên navneteweyî kir.
Trump: Şerê Îranê Hêjî bi Tevahî Neqediya ye
Serok Trump diyar kir ku, her çend hêzên Îranê “şikestine”, lê Amerîka hîn jî dikare êrişên din bike.
Serok Trump derbarê îmkanên êrîş û pevçûnên zêdetir li dijî Îranê got "Em dikarin du hefteyên din êrîşan zêdetir li dijî Îranê encam bidin û armancên mayî temam bikin."
Trump dibêje, hêzên Amerîkayê heta niha nêzîkî 70% armancên xwe pêkanîne, lê “armancên din” hîn jî hene ku dikarin bêne lêxistin.
Wî herwiha got ku, Îran "şikestîye" heke êrişan niha jî rawestin, dê pêwîstî bi gelek salan hebe heta bernameya xwe ya navokî û sazîyên xwe ji nû ve ava bike.
Trump dubare kir ku divê Îran tu carî nebe xwedîya çekên navokî. Wî got “Em nikarin bihêlin ku Îran bibe xwedî çekên navokî, ji ber ku ew gelek metirsîdar e.”
Trump got jî "Eger Îranê çekên navokî hebana dê li dijî Îsraîlê û Rojhilata Navîn bikar anîbana."
Di hevpeyvînê de Trump herwiha amaje kir ku rêveberîya wî hêvî dike bihayê neft û gazê di demeke nêzîk de dîsa dakeve, her çend pevçûnên li Rojhilata Navînê bandor li bazaran kiriye.
Rejîma Îranê Milkê Xwepêşanderan Dagîr Dike
Li gor daxuyanîyekê, ev milk ên welatîyên ku ji alîyê desthilatdaran ve bi çalakîyên siyasî hatine tawanbarkirin in.
Dadwerîya rejîma Îranê ew kesên ku dest li ser milkên wan hatine danîn bi “xayin û kirêgirtî” binav kirin, û got ku piranîya van milkan li parêzgehên Tehran, Gulan, Alborz, Mazenderan û Îsfehanê hatine tomarkirin.
Çavdêr dibêjin ku siyaseta desteserkirina mal û milkên welatîyan, çi yên li hundir yan jî yên li derveyî welêt, beşek ji hewldanên rejîmê ye ji bo tirsandin û çewsandina xwepêşanderan.
Piştî xwepêşandanên meha Çileyê, karbidestan pir caran ji bo sepandina kontrolê li ser xwepêşandanan givaştinên aborî û yasayî bikar tînin.
Çalakvanên mafên mirovan hişyarî didin ku ev gav ne tenê binpêkirineke eşkere ya mafên milkdarîya welatîyan e, lê di heman demê de alavek e ji bo zêdekirina tirsa malbat û xizmên kesên ku rexneyan li hikûmetê digirin.
CENTCOM: Me Rîya Derbasbûna 57 Keştîyên Bazirganî bo Benderên Îranê Girtîye
CENTCOMê got “Ew sê keştî erkê xwe yê dorpêça benderên Îranê li Rojhilata Navîn bicih dikin.”
Leşkerîya Amerîka da zanîn ku her sê keştîyên wêranker niha li Deryaya Erebî digerin û piştgirîyê didin dorpêça li dijî Îranê.
Heta roja Înê, Fermandarîya CENTCOM'ê dibêje hêzên Amerîkî “Rîya 57 keştîyên bazirganî guhertine û 4 keştîyên din ji kar xistine.”
CENTCOM'ê diyar kir ku hewldanên wan ji bo rê li ber derbasbûna keştîyên bazirganî bo benderên Îranê didomin.
Qutbûna Înternetê li Îranê Dikeve Roja 70'emîn
NetBlocks li ser platforma X’ê got ku qutbûna înternetê li Îranê ketîya roja 70’emîn. Ev tê wê wateyê ku ev bûye 1,656 demjimêr ku welatîyên Îranê nikarin bi cîhana derve re têkilîyê bikin an biaxivin.
NetBlocks herwiha eşkere kir ku birîna înternetê li Îranê ziyanê dide kesên ku herî zêde pêdivîya wan pê heye, wekî kesên xwedan pêdivîyên taybet, xwendekar, karsazîyên biçûk û raya giştî.
Qutbûna înternetê ya li Îranê bi destpêka operasyona Amerîka û Îsraîl ya li dijî rejîma Îranê re di 28’ê Sibatê de destpê kir.
CENTCOM: Rêka Bêtirî 70 Keştîyên Petrola Îranê Hatîye Guhertin
CENTCOM'ê di daxuyanîyekê de li ser platforma X'ê da zanîn ku “Ev keştîyên bazirganî dikarin zêdetirî 166 milyon bermîl petrola Îranê bar bikin, ku buhayê wan zêdetirî 13 milyar dolar e.”
CENTCOM'ê herwiha got ku ji bo vê erkê, Amerîkayê zêdetirî 15,000 leşker, 200 firok û 20 keştîyên şer bicih kirine. Heta niha zêdetirî 50 keştî hatine rawestandin û rêka wan hatîye guhertin.
Artêşa Amerîkayê eşkere kir ku dorpêça Amerîkayê li ser benderên Îranê dê bi heman karîgerîyê berdewam bike.
Parlementarekî Îranê Behsa Nakokîyên di Nav Sazîyên Rejîmê de ser Hormuzê Dike
Meysem Zohorîyan, Endamê Komîteya Aborî li Parlemana Îranê, di hevpeyvînekê de ligel malpera “Nod Îqtisadî” li ser biryara Komara Îslamî ya girtina Tengava Hormuzê got: “Di nav hêzên siyasî de dibe ku xwestekeke bihêz nebe bo parastina şiyanên Îranê, nemaze di sazîyên mîna wezareta derve de, ku dibe bi bingehîn ne ligel siyaseta niha ya hikûmeta Îranê derbarê girtina Tengava Hormuzê ye.”
Berî niha, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi berdewamî behsa nakokîyên di navbera rêberên Îranê de li ser rêkeftina ligel Washingtonê dikir.
Trump dibêje “Rêberên Îranê neman, ew [Îran] peymanekê çêdikin û dû re wê têk dibin, paşê peymaneke din çêdikin û dîsa wê têk dibin.”
Zohorîyan di wê hevpeyvînê de got: “Heta berî şer jî, hin kesan guman li ser girinîya jeopolîtîk a Tengava Hormuzê hebûn û bawer dikir ku ew nikare bi tevahî were bikar anîn.”
Di beşeke din ya daxuyanîya xwe de, Zohorîyan diyar kir ku "Wan digot girtina Tengava Hormuzê nabe ji ber ku ewê ji bo me xirab be û ji bo Amerîkayê sûdmend be.”
Wezareta Derve ya Îranê bersiva daxuyanîyên parlamenter nedaye, lê çend demjimêran şûnda, hêzên pasdarên Îranê di daxuyanîyekê de tekez kir ku Tengava Hormuzê hîn jî di bin kontrola wan de ye.
Peyama Serok Trump li ser Êrîşên Îranê bo ser Keştiyên Cengê yên Amerîkî
Trump îşaret bi êrîşên mûşek, dron û gemîyên bilez yên Îranê da û got, "Ew bi tevahî hatin wêrankirin, û hejmareke mezin ji keştiyên bilez ji alîyên hêzên Amerîkî ve demûdest û bi bandor ber bi binê deryayê ve hatin şandin."
Wî got, "Mûşekên wan jî bi hêsanî hatin astengkirin û xistin xwarê, weke çawan dronên wan jî xistin xwarê û bi xweşikî ketin di avên deryayê de, mîna perperokek dikeve di gora xwe ya mirinê de."
Serok Trump got jî, “welatekî asayî be, dê rê bide derbasbûna wan keştiyan, lê Îran ne welatekî asayî ye. Ew ji hêla dînan ve tê rêvebirin û heke derfeta wan hebûya ku çekên navokî bikar bînin, ew ê bêguman wan bikira, lê dê ti carekî derfet ji wan re nebe ku çekê navokî hebe, ger ku ew peymanekê çê nekin, dê gelek dijwartir li wan were xistin.”
Wî got, "Sê keştiyên firokhilgir ên Amerîkî bi karmendên xwe yên jêhatî re niha vedigerin da ku dorpêça deryayî ya li ser Îranê, ku bi rastî jî mîna dîwarekî pola ye, bicîh bînin."
Ji hejî gotinê ye ku Serokê Trump piştî êrîên Îranê ji ABC News re ser bersivdana hzêzên Amerîkî ya êrîşên Îranê gotbû ku êrîşên Amerîkayê wek "derbeyek sivik" in, û  agirbest hîn jî dom dike û di ciyê xwe de ye.
CENTCOM: Me Bersiva Êrîşên Îranê Da
CENTCOM got “Hêzên Îranê gelek mûşek, dron û gemîyên piçûk avêtin dema ku keştiyên cengê yên Amerîkî; USS Truxtun (DDG 103), USS Rafael Peralta (DDG 115), û USS Mason (DDG 87) di rêya deryayî ya navneteweyî re derbas dibûn.”
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) got “Ziyan ne gihaye ti keştîyeke Amerîkî.”
CENTCOM herwiha got, “gefên ser hêzên me ji holê hatin rakirin û bingehên leşkerî yên Îranê yên berpirs ji êrîşên li ser hêzên Amerîkî, di nav de cihên avêtina mûşek û dronan; cihên fermandarî û kontrolê; û xalên îstîxbaratî, çavdêrî û keşfê, armanc hatin girtin.”
CENTCOM ragihand ku ew li hember derketina alozîyane û li şer nagere “lê em her tim di pozisyona amadebaşîyê de ne ku hêzên Amerîkî biparêzin.”
PDKI: Pasdarên Îranê bi Dronên Xwekuj Êrîşî Balîsanê Kir
PDKI di daxuyanîyekê de ku li ser platforma X'ê balav kir, ragihand ku “demjmêr 07:40 êvara îro Pêncşemê bi dema xwecihî, Hêzên Pasdarên Îranê bi du dronan êrîşî Yekîneyên Pêşmerge yên PDKI li çiyayên Balîsanê kir.”
Herwiha PDKI diyar kir ku êrîşa îro piştî du êrîşên cuda yên doh ji alîyê Pasdarên Îranê ve hat ku kampên Zewî Spî û Girde Çal bi bi çend dronên xwekuj armanc girtin.
Rejîma Îranê heta niha zêdetirî 120 êrîş li dijî PDKI'yê pêk anîye, ku piranîya wan li deverên sivîl, nexweşxane û dibistan bûne armanc.
Bihayên Borsaya Cihanê Bilind Dibin û Petrol Erzan Dibe
Nişandekên navneteweyî ber bi jor ve diçin, ku nişandekê Nikkei-225 a Japonê bi rêja 5,6% zêde bû.
Girêbestên pêşerojê yên borsaya Amerîkî ber bi bilindbûnê ve diçin, piştî nişendeka S&P 500 û Nasdaq roja Çarşemê bilind bû û bi rêjeya 0.2% zêde bû.
Herwiha Nasdaq bi rêjeya 0.1 % zêde bû û Dw Jonse bi rêja 0.3% zêde bû.
Bihayên petrola xav a Brent a navneteweyî di bin 100 dolarî de ji bo her bermîlekê dihatin firotin, û bihayên petrola xav a West Texas Intermediate ya Amerîkî bi rêja 4% kêm bû û daket bo 91 dolaran ji bo bermîlekê.
Dahatê Xezîneya Amerîka ji bo sêyemîn caran li pey hev dadikeve, ku niha ji berî destpêka şer bi bihayeke kêmtir tê firotin.
Serokê Amerîka Donald Trump doh Çarşemê di posteka Truth Social de got ku eger Îran li ser her tiştekê qayl be, wê demê dibe ku şer digel wê bidawî be û Tengava Hormuzê ya stratejîk hember hemî keştîyan vekirî be.
Eger rêkeftin pêk were, ew ê dawî li pevçûnekê bîne û mezintirîn astengîya enerjîyê di dîrokê de bi dawî bike.