Serokwezîrê Tirkîyê Davutoglu jibo avakirina hikûmeta hevalbendî dest bi danûstandinên gera yeke kir û di vê çarçovê de roja Çarşemê çû serdana HDP
Rojekê piştî dawîhatina hilbijartinên giştî li Tirkiyê, piştgirên HDP pîrozbahiyên xwe li Amedê û Stenbolê berdewam dikin.
Encamên pêşî yên hilbijartinên giştî li Tirkiyê hêdî hêdî zelal dibin, ligel serkeftineke mezin ji Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP).
Navendên dengdanê li seranserî Tirkiyê hatin girtin û prosesa jimartina dengan nuha destpê dike.
Li Ruhayê rewa hibijartinê bi kelecaniyekê dewam dike. Ligel ku Partiya desthilatdar AKP li wir li pêş e, HDP jî di navenda bajêr de êdî xwe daye qebûl kirin.
Çend roj mane ji hilbijartinan re, lê kempeynên partiyên siyasî li Tirkiyê her berdewam in.
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu roja Yekşemê serdana bajarê Amedê kir, wekî beşek ji kempeyna partiya wî AKP ya desthilatdar jibo hilbijartinên giştê yê 7ê Hezîranê.
Komeleya Piştigiriya Mazlûmanan (Mazlumder) bi daxuyaniyekê bang li Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kir ku zarokên ji 16 salî biçûktir weke endam qebûl nekin û yên li ba wan in vegerinin.
Piştî endamên kongeraya Jinên Azad, Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) jî, jibo raperîna Rojhilatê Kurdistanê û protastokirina rejîma Îranê li Amedê çalakiyek lidar xist.
Ji çar perçên Kurdistanê û Ewupayê 350 delege beşdarî konferansa jinûve avakirina Kobaniyê li bajarê Diyarbekirê bûn.
Di konferansa ku du rojan dewam dike ji çar perçên Kurdistanê û ji Ewrupayê 350 delege beşdar bûn.
Roja Şemiyê li navçeya Giyadîna Agirî ji aliyê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk ve festîvala biharê ya çandina daran hat lidarxistin.
Cejna Paskalyayê ango Cejna Rabûna Îsayê Mesîh li Amedê li Dêra Surp Gragos ya Ermeniyan hat pîroz kirin.
Serokatiya Yekîtiya Doktoran da zanîn ku Asya Abdullah hem li hember Daîşê di têkoşîna mirovahiyê de şer dike hem jî dest ji banga alîkariyê ji hêzên navnetewî bernedaye.
Rêxistin û partiyên Kurdan bi çendîn bernameyan li Amedê Komkujiya Helebçê bîranîn. Ev sal jî peykerê Komkujiya Roboskê ya li taxa Peyasê bû navenda bîranînê.
Jinên Amedê ji demjimêr 10an de li qada Şêx Seîd pêşwaziya jinên Meşa Cîhanê kirin û ji wir heta Qada stasyonê meşiyan.
16’emîn salvegera girtina rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan, li bajar û navçeyên Kurdan bi xwepêşandanan hate şermezar kirin.
Jibo hevdîtineke hunerî, 33 şêwekar û wênesaz hatin Amedê û di çarçoveya sempozyûmê berhemên nû çêkirin. Berhemên ku hatin çêkirin, di pêşangehê de cî girtin.
Wezîrê Parastinê li Kantona Kobaniyê Îsmet Şêx Hesen, li Kobaniyê ji Dengê Amerîka re behsa rizgarkirina bajêr ji rêxistina Dewleta Îslamî (Daîş) kir.
Piştî ku nav bajarê Kobaniyê hate rizgarkirin, me xwest em coşî û hêviya ku di nav Kurdan de belav bû, di cihê wê de, li Kobaniyê bibînin. Digel bi dehan rojnamevanên biyanî, ez roja Înê derbasî Kobaniyê bûm.
Pirtir bar ke