Li Amedê, bi hezaran kes li ber avahiya Partiya Herêmên Demokrat (DBP) kom bûn û bi dirûşmên berxwedana Kobaniyê şahî kirin. Bi sedan ciwan li ber def û zirên govend gerandin û kilamên li ser berxwedana Kobaniyê gotin.
Adem Geverî di damezrandina hereketa Azadî de cî digire û dibêje, “Hereketa Azadî bi hukmê partî li Kurdistanê kar û barên sîyasî dike, herketeke îslamî ye lê li ser esasên Kurd û Kurdistanê tevdigere.”
Piştî Nîhat Kazanhan’ê 12 salî, roja Înê jî Nazim Olmezê 43 salî dema li ber deriyê xwe tekerê trimbêla xwe diguhert di êrîşeke çekdarî de hat kuştin.
Êzdiyên Bakurê Kurdistanê di bin banê Kongreya Civaka Demokratîk de meclîsa xwe ava kirin. Îlankirina meclîsa Êzdîyên Bakurê Kurdîstanê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re hat eşkere kirin.
Penaberên kampa Êzîdiyan li Amedê jibo serxwebûna herêma Şengalê çalakiyek lidarxistin. Piraniya wan dixwazin herin welatên Ewropayê. Lê dibêjin ger Şengal serbixwe be û parastina wê ji aliyê Êzîdiyan be, wê demê dixwazin vegerin cî û warê xwe.
Navên wezîrên berê yên hikûmeta Tirkiyê Zafer Çaglayan, Muammer Guler, Egemen Bagiş û Erdogan Bayraktar û zarokên wan, di operasyonên gendelî û bertîlan de derket pêş.
Nevî û xizmên Şêx Seîd li Amedê li ser navê wî komeleyek ava kirine. Komele di destpêkê de hin bername û çalakiyên kulturî û dîrokî daye pêş xwe. Lê armanca wê ya herî mezin ew e li ser navê Şêx Seîd zanîngehekê vekin.
Seydî Firat" Siyasetq Tirkiyê Sivîl Xuya Dike lê Cewherê Wê Leşkerî ye"
Di 28ê meha 12 ya sala 2011î de li ser sînorê Şirnexê, li gundê Roboskê 34 gundiyên Kurd ji aliye firokên şer yên Tirkiyê bi bombeyan hatin kuştin. Di nav sê salan de pêşketinek ku dile malbata rihet bike pêk nehat.
Partiya Herêmên Demokrat (DBP) jibo zordestiya rejîma Îranê ya li ser girtiyên siyasî yên kurd, herwiha jibo pakêta ewlekariyê û kuştina ciwanê Kurd Kadir Çakmak şermezar bike, xwepêşandinek li Amedê lidar xist.
Yekemîn Civata Giştî ya Asayî ya Kongerya Civaka Demokratîk (KCD) li Amedê hat lidarxistin. Hevserokên KCDê Hatîp Dîcle û Selma İrmak axaftinên xêrhatinê kirin.
Di çarçova rêzepanelên Dibistana Mafê Mirovan ya Komela Piştgiriya jibo Mazlûman (Mazlûmder) Pispora Hiqûqa Navnetewî ya Mirovî (Hiqûqa Şer) Dr. Annyssa gotarek berfireh pêşkêş kir.
Piştî bûyerên protestoyên Kobaniyê li Amed û herêmê pêlên serdegirtina malan destpê kir û di nav du mehan de heta îro du hezar kes hatine desteserkirin û nuha 600 kes hîn jî destserekirî ne.
Şêwirmendê Serokê Giştî yê Partiya Dad û Pêşvebirinê Huseyin Çelik jibo hilbijratina serokatiyên navçeyên AK Partiyê hat Diyarbekirê û di daxuyaniyekê de li ser bûyerên protestoyên Kobaniyê, HDP bi zimanekî tund rexne kir.
SAMER Navenda Lêkolînên Siyasî û Civakî li herêmê.Navendê li ser têgîştin û dîtbariya şerê Kobanê û pêvajoya çareseriyê lêkolînek kirin. Li gorî encama lêkolînê di demnên dawî de mijara herî girîng ya Tirkiyê şerê Kobanê û êrîşê DAİŞê ne.
6-13 meha 10 Cejna Şêx Adî ye. Beriya êrîşên hovane yên DAÎŞê li ser Şengalê, Êzîdî cejna xwe li Laleşê pîroz dikirin. Lê piştî fermana bi serê wan hat, bi sed hezaran Êzîdî mecbûr bûn ji cih û warê xwe koç bikin.
Ji 15 mehê de êrîşên DAİŞ li ser devera Kobanê zêde bûn. Xelkên Bakûrê Kurdistanê ber bi sînor ve kom bûn. Ji roja Yekşemê vir ve di navberê xelkên li sînor û hêzên ewlehiyê de pevçûn rûdidin.
Pisporê Rojhilata Navîn Dr. Mihemed Salehzade, li Finlanda, ji Dengê Amerîka re behsa amadekariyên dewleta Finlandayê dike ka li dijî DAİŞê çi biryar girtine.
ibo nêzî 3 hezar Şingalîyên ku li Şirnexê bûn, li Qada Geştê ya Şaredariya Yenîşehirê kempek tê ava kirin. Di vê kempê de bi hevkariya bajarvaniyên Diyarbekirê, wê 400 kon werin vedan.
Roja Şemiyê çend penaberên ku neha li Sumerparkê diminin û ji der û dorê Dihokê hatine, bi pêşengiya Evuqat Kamiran Selo Semo xwestin daxuyanî bidin.
Pirtir bar ke