Ji ber nakokiyên aliyên siyasî bi taybet di navbera PDK û YNKê de li dor yasaya hilbijartinan û destnîşankirina Komîteya Bilind ya Hilbijartinan, 3 meh in, civînên parlemena Herêmê nehatine li dar xistin.
Dadeha Hewlêrê 5 bizavkarên ji Şeladizê bi îdiaya xeterîya ser ewlekatîya netewî bi du sal cezayê zindanê mehkûm kirin.
Konferansa navdewletî ya perwerdeyê li bajêrê Hewlêrê bi beşdarîya dehan berpirsên navxweyî û biyanî û 40 panelîst ji 24 zankoyên herêmî û Iraqê û çend instituyên navdewletî hat sazkirin.
Serokê komîteya pêşmerge li Parlamentoya Herêma Kurdistana Îraqê eşkere kir ku di nava 5 rojên derbasbûyî de çil û şeş top li derdorê gundê Huriyê yê ser bi navçeya Berwariyê ketine û di encamê de zirarên madî çê bûne lê ti zîyanên canî çênebûne.
Li bajarê Hewlêr di nava gel de lîstika bi navê "Sinî Sinyanê" ku taybete bi meha remezanê li çayxaneke kulturî tê lîstin.
Serokê Komisiyona Bilinda Serbixwe Ya Hilbijartinan û Referandomê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku wan ji parlamentoyê daxwaz kirîye ku çareyekê ji Encûmena Komseriyê re bibînin ji ber ku dema wê bi dawî bûye.
Îro Pêncşemê li hember dadgeha 2 ya Tawanan li Hewlêr paytexta Herêma Kurdistanê di preskonferansekê de Beşdar Hesen Serokê Tîma Parêzerên Girtiyên Badînan ragihand ku sizayê her yek ji çalakvan Mesûd Şengalî û Şêrwan Taha bo 2 salên zîndanê hat kêmkirin.
Pêşmergeyên dêrîn yên Herêma Kurdistana Îraqê li pêç parlemanê xwepêşandanek li dar xist û daxwaza piştgirî kir.
Li bajarê Hewlêrê Qirkirina Helebce bi bîranîneke taybet hate yad kirin
Serê sibeya roja Yekşemê, bajarê Hewlêr rastî êrîşekê mûşekên Îranê hat, êrîşê ziyanê madî pêkanîn lê berpirsên herêmê dibêjin ziyanên giyanî çênebûn e. Padarên Îranê ew êrîş girt ser xwe.
Di Roja Jinan ya Navnetewî de kuştina jinan li Herêma Kurdistanê ji alîyê hejmareke çalakvan ve li Hewlêrê hate protesto kirin.
Roja Yekşemê dadgehkirina çalakvana Badînan Bêrîvan Eyûp li dadgeha Hewlêr pêkhat, di rûniştina dadgehê de biryar hat dan ku jina çalakvan Berîvan Eyûb bi 2 salên zîndankirinê bihê sizadan.
Rûniştina dadgehkirina yek jî girtîyên ji Doza Badînanê, Berîvan Eyûb, ku li ber bû îro pêk bihata, careke din hate paşxistin. Eyûb 36 salî ye û dayika 5 zarokan e. Ew bi îdiaya hilweşandina ewlekarîya netewî hatoye girtin û salek û heft meh in ku li zindanê tê girtin.
Li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêr, pêşangehek jibo hunermend Amanc Emîn hate vekirin.
Hejmareke welatîyên Ukraynî ku li Herêma Kurdistranê dijîn îro xwepêşandinek dijî Rûsyayê li Hewlêrê lidar xist.
Tenê di hefteya borî de zêdetirî sê caran herêma Sîdekan ji alîyê firokên cengê yên Tirkîyê ve hatiye bombe kirin.
Rûniştvanên Hewlêrê û pisporên yasayî û aborî ser biryara dadgeha federal ya Îraqê derbarê qanûna neft û gazê ya herêma Kurdistanê çi dibêjin?
Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge di hikûmeta Herêma Kurdistanê de, eşkere dike ku ew bûşahiya ewlekariyê ya di navbera Hikûmeta herêmê û hikûmeta Bexda de nehatiye pir kirin û wek xwe maye.
Piştî lehîyên wêrankar rewşa Hewlêrê çi ye, rêvebirîya bajêr çi dike ku ev pirsgirêk çareser be?
Pirtir bar ke