Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Îraqê careke din lehîyeke wêrankar qewimî û gelek rê, oromobîl û avahî di bin avê de man
Di encama lehîya hêzdar de jimareke kes canên xwe ji dest dan û gelek avahî wêran bûn û rê di bin avê de man
Di encama êrîşa roja Pêncşemê ya çekdarên DAIŞ'ê de ser gundê Xidir Cêce li devera Mexmûrê, 10 Pêşmerge û 3 sivîl hatin kuştin. Peyamnêrê Dengê Amerîka Ehmed Zêbarî ligel mirovên qurbanîyan axivî.
Roja Yekşemê li bajarê Hewlêr, paytexta Herêma Kurdistana Îraqê, konferansek taybet bo yeksaniya reqezî û stratejîya bihêzkirina rolê jinê li herêma Kurdistana îraqê pêkhat.
Li meydaya serekî ya li nav Zanîngeha Bijîşkîyê ya Hewlêrê, xwendekaran protestoyek lidar xist, tê de banga mafên xwe yên darayî ji hikûmeta Herêma Kurdistanê xwest.
Sîyasetvanê Kurd Osman Ocalan îro jiber nexweşîya korona li bajarê Hewlêrê koça dawî kir
Roja Duşemê 8ê Mijdarê, dadgehkirina 4 çalakvanên parêzgeha Duhok (Çalakvanên Badînan) li dadgeha du ya tawanan li Hewlêr pêkhat
Di Doza Behdînanê de rûniştina pênc girtîyan li Dadgeha Tawanan ya Duyê ya Hewlêrê hate dîtin
Dadgeha 2 ya tawanan li Hewlêr bo cara 4an dadgehkirina 2 çalakvanên parêzgeha Duhok mamostayê xwandingehê Bedel Berwarî û rojnamevan Omêd Berûşkî bo cara çaran hat paşxistin, her carê jî sedemk tê nîşan dan.
Tariq Nûrî Rêveberê Giştî yê Asayîşa Hewlêr, gote dengê Amerîka kesek nehatiye girtin heta bihên azad kirin, niha ew li dervene û wan ti kêşeyek nîne.
Roja Çarşemê hatbû plan kirin ku rûniştina taybet ya dadgehkirin 5 girtiyên Badînan bi encam bibe, lê dadgeha 2 ya tawanan li Hewlêr car dî rûniştin paş xist.
Li Hewlêrê merasîma avakirina konsulxaneya nû ya Amerîkî li Herêma Kurdistana Îraqê hat encamdan
Dadgeha Hewlêrê bê ku sedemekê nîşan bide, rûniştina doza mamosta Bedel Berwarî û rojnamevan Omîd Beroşkî careke din hat paş xist
Roja Çarşemê 8ê Îlonê 5 çalakvan û rojnamevanên din yên parêzgeha Duhok ku li Hewlêr di girtîne, li dadgeha 2 ya tawanan li Hewlêr amadebûn û dadgehkirina wan hat paşxistin.
Doza jimareke girtîyên Duhokî li dadgeha Hewlêrê careke din hat paşxistin
Serokê Fransa di geşta xe ya Îraqê de serdana Herêma Kurdistanê jî kir û li gel serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî preskonferansek hevbeş pêkanî.
Kamaran Rezanayî di salên 1980an de dest bi nîvîsînê kirîye, ew xwedî çendîn pirtûke, weke helbestvanek dêrîn li herêmê tê nas kirin. Li çîroka nivîskarî û jiyana Rezanayî guhdarî bike
Berpirsên saxlemiyê li Herêma Kurdistana Îraqê bo Dengê Amerîka didin eşkere kirin ku hejmara pêketî û qurbaniyên vîrusa korona ji cureya delat zêde dibe û zenga metirsiyê lêdaye.
Îro Sêşemê proseya dadgehkirina 5 çalakvan û mamosteyên parêzgerha Duhok li dadgeha 2 ya tawana li bajarê Hewlêr bo demek din hat paşxistin. Dihat çaverê kirin ku îro dadgeha 2 ya tawanan li Hewlêr biryara dawiyê derbarê 5 girtiyan bide, lê serokatiya dadgehê rûniştin paş xist.
Îro Sêşemê proseya dadgehkirina 5 çalakvan û mamosteyên parêzgerha Duhok li dadgeha 2 ya tawana li bajarê Hewlêr bo demek din hat paşxistin.
Pirtir bar ke