Roja sêşemê 28.10.15 Jibo hilbijartinê, rêxistinên sivîl komîteyên çavdêr amade dikin da ku di dema dengdanê de sextekarî dernekevin.
Dawud Şêx Cundî hîvî xwestin ka çawa hêzên Kurdistanê li Kobanê û Kerkukê bi hevre beşdarî şerê DAIŞ dibin, li Şengalê jî bikarin wê hevkariyê berdewam bikin.
Çend gûristanên şervanên PKK, ji aliyê hêzen ewlekariya Tirkiyê de hatine têkdan. Çavdêrên sîyasî dibêjin; Ev êrîş ji encama hilbijartina yêkî mijdarê pêktên. Partîye desthilatdar AKPe, dixwaze dengên nejadparêzan qecenc bike.
Roja Dûşemê Encûmena Parastina Herêma Kurdistanê, tomareke Vîdeoyê liser hind girtîyên ji destê daişê hatibûne rizgarkirin weşand, dema ku, bi riya operasiyoneke leşkerî ya hevbeş ya komandoyên Amerîkî û komandoyên Kurd ji zîndaneke Daişê li bajarokê Hawijah hatbûn rizgarkirin
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoğlu di dîdareke ATV de, got" Me ji PYD re gotiye, nabe hûn ji ava Ferat derbas bibin, her wexta bixwazin derbas bibin, emê êriş bikîn, ew dû caran derbas bûn, herdû caran jî, me êrişî wan kir".
Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş dawiya heftê li Amedê beşdarî civina rêxistinên sivîl yên bajêr bû. Birêz Demirtaş li wir got "ger îradeyek bibînin jibo destpêkirina muzakereyan bo çareseryê ewê bê şert û qeyd piştgirî bidin".
Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyê (Hakpar) Fehmî Demîr, roja yekşemê li ser rêya Mersînê di qezayek trafîkê de jiyana xwe ji dest da.
Karbidestên Tirkiyê didin xweya kirin ku, hêzên ewlekariyê, êrişek li dij Şaneke nivistî ya rêxstina Daişê li bajarê Amed encam daye, di vê êrişê de 7 endamên rêxistan Daişê hatine kûştin, herweha 2 polîsên Tirk giyanê xwe ji destdane û 5 polîsên din birîndar bûne.
Ragihandina birêvebiriyeke navxweyî li Girê Sipî û tevlêbûna wê bo kantona Kobaniyê bû cihê gelek nerînên ciyawaz di navbera aliyên navxweyî û herêmî de.
Serok wezîrên yê Briatanî Tony Blair daxwza lêborînê kir lesr weko gotî şaştîya hatî kirn lidema şerê Îraqî bi rêberayetîya Amerîka
Li Amedê partiyên siyasî namzede xwe diyar kirin. Neha xebatên hilbijartinê bê deng û kampeyn didomin. Namzedên her partiyek li çarşî û bazarên û serdana malan de ji gel piştigiriyê dixwazin.
Serokê Sûrîya Beşar el-Esed dibêje, we wê sengiyê liser nehêştîna terorêstan bike ko wê çareserîya siyasî peyda bike û domahîyê bi şerê pitir yê 4 salan bîne
Pirtir bar ke