AKP partiya desthilatdar li Tirkiyê di hilbijartinên beriya 5 mehan, li 7î Hezîranê de dengên xwe kêm kir bûn û partiya nizîkî kurdan HDP bendava hilbijartinan jibo cara yekê di hilbijartinên Tirkiye de derbas kir bû, zêdetirî 13% ji dengan bidest xistin bûn.
Roja Înê, dû rojan berîya hilbijartinên giştî li Tirkîyê, hevserokê HDP Selahettin Demirtaş di dîdareke TV ya Dengê Amerîka de, dibêje partîya wan HDP dê di hilbijartinên roja Yekşemê 1î Mijdarê de, zêdetirî 13% ji dengan qecenc bike.
Karbidestên Amerîka û Ewrûpa bi giringî li hilbijartinên Tirkiyê mêze dikin, yên ku, dê roja Yekşemî 1î Mijdarê, li seranserî Tirkiyê bên encamdan, herkes bi dûdilî nizîkî van hilbijartinan dibe.
Piştî rizgarkirina Girê Spî ji DAIŞ û damezrandina rêveberiya wê ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi awayekî tund gef li Rojavayê Kurdistanê kir.
Li navçeya Nisêbînê bi pêşengiya Şaxa KURDÎ-DER û Nûnertiya Egîtîm Sen a Nisêbînê “Dibistana Seretayî ya Ehmet Bayhan” roja şemiyê hatibû vekirin, ji aliyê polîsan ve mohra qexekirinê liser deriyî dibistanê hat danîn.
Di pêvajoya hilbijartinên 7'ê Hezîranê de her çiqas hewldanên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan ji bo serokatiyê hebûn jî, raya giştî di wê hilbijartinê de, bersiveke neyînî da bû, Erdogan.
Serok erkanê hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistana Îraqê Omer dibêje, plan jibo rizgar kirina Şengalê hatiye danan, lê serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî weke fermandarê giştî yê Hêzên Pêşmergan divê ew biryara dawiyê bide.
Di Mediya Civakî de, hat weşandin ku, pêwîstîya kesên bixwazin jibo penaberiyê biçin Ewrupa, bila li Beghda siwarî gemiyê bibin û xwe bigehînin Yunanistanê.
Roja sêşemê 28.10.15 Jibo hilbijartinê, rêxistinên sivîl komîteyên çavdêr amade dikin da ku di dema dengdanê de sextekarî dernekevin.
Dawud Şêx Cundî hîvî xwestin ka çawa hêzên Kurdistanê li Kobanê û Kerkukê bi hevre beşdarî şerê DAIŞ dibin, li Şengalê jî bikarin wê hevkariyê berdewam bikin.
Çend gûristanên şervanên PKK, ji aliyê hêzen ewlekariya Tirkiyê de hatine têkdan. Çavdêrên sîyasî dibêjin; Ev êrîş ji encama hilbijartina yêkî mijdarê pêktên. Partîye desthilatdar AKPe, dixwaze dengên nejadparêzan qecenc bike.
Roja Dûşemê Encûmena Parastina Herêma Kurdistanê, tomareke Vîdeoyê liser hind girtîyên ji destê daişê hatibûne rizgarkirin weşand, dema ku, bi riya operasiyoneke leşkerî ya hevbeş ya komandoyên Amerîkî û komandoyên Kurd ji zîndaneke Daişê li bajarokê Hawijah hatbûn rizgarkirin
Pirtir bar ke