Çekdarên Dewleta Îslamî (Daîş) êrîşeke berfireh bi ser başûr û başûr rojavayê Kerkûkê kirin û li heman demê kirdareke terorîstî li navenda bajêr pêk anîn, lê hêzên Pêşmerge tevaya wan deveran careke din kontrol kirin.
Piștî sarbûneke diplomasî ya dûr û dirêj di derbarê Sûriyê de, kombûna Mosko ya berî çend rojan hat wekû bersiv ji evê sarbûna han re û her wiha berî wê jî kombûna Qahîra.
Sekreterê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûrîyê, civînên Moskoyê ku li rojên 26-29’ê meha 1’ê di navbera şandeya rejîma Sûrîyê û beşek ji opozîsyonê re pêk hatin ji Dengê Amerîka re dinirxîne.
Piştî ku nav bajarê Kobaniyê hate rizgarkirin, me xwest em coşî û hêviya ku di nav Kurdan de belav bû, di cihê wê de, li Kobaniyê bibînin. Digel bi dehan rojnamevanên biyanî, ez roja Înê derbasî Kobaniyê bûm.
Jibo cara yekê mîlîtanên rêxistina Dewleta Îslamî ya terorîst (Daîş) mikur hatin ku ew li bajarê Kobaniyê yê Kurdistana Sûriyê têk çûn.
Penaber û koçberên Kurd li seranserî welatên cîhanê rizgarkirina Kobaniyê wek gaveke pîroz û serkeftineke dîrokî ji bo hemî kurdan dinirxînin.
Karbidestên ewlekarî û neftê li Îraqê îro Şemiyê gotin, çekdarên Dewleta Îslamî (Daîş) stasyoneke nefta xav li nêzîk bajarê Kerkûkê kontrol kirine ku dora 15 karmendan tê de kar dikirin.
Karbidestên Îraqê dibêjin, çekdarên Dewleta Îslamî (Daîş) ya terorîst mezine efserekî Kurd û 8 Pêşmergeyên din di şerekî de nêzîk bajarê Kerkûkê kuştine.
Yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Vîyan Kobanî di bernameya de amade bû û li ser roja jinan ya rizgrkirina bajêr de agahîyên girîng dan
Rojnamevan Perwer Mihemed Alî dibêje, di êrîşa hawanî ya DAIŞ de 1 welatî hate kuştin, 7 kesên din jî birîndar bûn
Nivîskar û rojnamevanê Kurd Șahînê Soreklî piștî 33 salan ji kar û xebata di warê rojnamevaniyê de, xanenișîn ango Teqawit dibe.
Rizgarkirina bajarê Kobaniyê ji jêrî destê çekdarên Dewleta Islamî ve bo nîşana serkeftina gelê Kurd û herwisa jî ji gelê cîhanê re li dijî hêzên tundiraw re û têkbirina DAÎŞ li qadên şer ve.
Pirtir bar ke