Serokê Amerîka Barack Obama peyameke taybet bi Cejna Newrozê belav kir, tê de behsa Kurdan û gelên din nekir, lê bi tenê behsa gelê Îranî kir.
Li Newroza sala borî, Kurdan li başur pirtir ji herdemeke dî behsa referandum û serxwebûnê dikirin, lê ev boçûn heta Newroza vê salê lawaz bûye.
Di du êrîșên terorî de li ser ahenga Newrozê li Parêzgeha Hesekê, bi dehan kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û hejmareke mezin jî birîndar bûn.
Li Newroza Amedê peyama rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan hate pêşkêşkirin. Di peyamê de birêz Ocalan rijdî li berdewambûna pêvajoya aştiyê kir.
Di ahenga Newroza 2015an de li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê du teqîn qewimîn ku di encama wan de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan û her jimara birîndaran zêdetir dibe, li gorî agahiyan.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki Moon êrîşên Hesekê şermezar kir û got ku ev êrîş di demekê de hatin ku gelê Kurd lihev kom dibin û hêviyên xwe jibo sala nû parve dikin.
Di encama coteke teqîn de li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, bi kêmî 49 kes hatin kuştin û bêtirî 177 kesên din birîndar bûne, li gorî ku ajansa AP ya nûçeyan ragihand.
Serokatiya Yekîtiya Doktoran da zanîn ku Asya Abdullah hem li hember Daîşê di têkoşîna mirovahiyê de şer dike hem jî dest ji banga alîkariyê ji hêzên navnetewî bernedaye.
DAIŞ vîdyoyeke nû belav kir ku tê de serjêkirina 3 pêşmerge xuya dibe û hişyarî dide ku bi dehan pêşmergeyên dibn bêne serjê kirin
Li Tirkîyê yekemîn televîzyona zarokan ya bi Kurdî, Zarok TV di Newrozê de dest bi weşanê dike
Berdevkê YPG Rêdûr Xelîl agahîyên girîng li ser şerê berdewam li devera Serêkanîyê û taybetî li Til Temir dide û jimareke mijarên din şîrove dike
Li Duhokê, Vahel Tahlavi dibêje ku Newroz ne cejn e, lê belê helkefteke dîrokî ye jibo Kurdan û divê were pîrozkirin wekî rêzgirtineke bo dîroka me
Pirtir bar ke