Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şêwirmendê Serokomariyê: Xwepêşandanên Îranê Bandora Xwe li Ser Siyaseta Îraqê Heye


Xwepêşandan li dij rejîma Îslamî ya Îranê û kuştina Mahsa Aminî - New York
Xwepêşandan li dij rejîma Îslamî ya Îranê û kuştina Mahsa Aminî - New York

Şêwirmendekî Serokomarê Iraqê dibêje, xwepêşandanên li Îranê dê bandoreke mezin li ser rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraqê bike.

Şêwirmendê Serokomariya Iraqê Îsmaîl Hedîdî ku yek Şêwirmendên Serokomarê Îraqê Berhem Salih e ji Dengê Amerîka re got: "Rewşa li Îranê bandoreke mezin li ser Iraqê heye, lewra xwepêşandanên li wî welatî dê bê bandor nebin li ser gelê Iraqê."

Îsmaîl Hedîdî, Şêwirmendê Serokomarê Îraqê
Îsmaîl Hedîdî, Şêwirmendê Serokomarê Îraqê

Li gorî Hedîdî, xwepêşandanên navxweyî yên Îranê jî bandor li danûstandinên aliyên Iraqî kiriye, ji ber ku Îran di hevkêşeya siyasî ya Iraqê de xwedî cihekî mezin e.
Hedîdî dibêje "Helwesta Sedr neguheriye. Her çend xwepêşandanên roja Şemiyê ji ber nebûna alîgirên Sedr ne xurt bûn, lê eger parlamento ji bo hilbijartina serokomar bicive, dibe ku Sedr dakeve kolanan."

Hedîdî ji Dengê Amerîka re got: "YNK û PDK heta niha li ser postê serokomar negihiştine rêkeftinekê. Dibe ku pêşbirkê bixin parlamentoyê, her çend di kêliya dawî de behsa surprîz û rêkeftinekê dikin."

Raporta Kerkuk 2 10 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:08 0:00
XS
SM
MD
LG