Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serdana Şanda Parêzgeha Duhok ya Amerîka


Şanda Parêzgeha Duhok li Washington
Şanda Parêzgeha Duhok li Washington

Şanda Parêzgeha Duhok bi serokatiya parêzgarê Duhokê Dr. Alî Teter bi serdanekê hatiye Amerîka, çendîn rojin li gel kongresman û senator û kesayetiyên Amerîkî hevdîtinan encam didin.

Di preskonferansekê de li nûneratiya Herêma Kurdistanê li Washington ya paytext, êvariya doh Çarşemê şanda parêzgeha Duhok armanca serdanê bo raya giştî û rojnamegeriyê ragihand.

Pêşî birêz Beyan Samî, nûnera hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washington her du endamên şandê birêz Alî Teter parêzgarê Duhokê û endama şandê birêz Robena Ezîz Tiyarî pêşkeş kirin.

Parêzgarê Duhokê Alî Teter got "Di van sê rojên derbazbûyî de me komeke kongresman û senatoran dîtin, ji Instituya Aştiyê li Washington me destpêkir, me serdana gelek rêkxirawên NGO yên Amerîkî kir ku xizmetek baş li Îraqê û Herêma Kurdsitanê pêşkeş kirine, em li gel wan jî rûniştîn."

Alî Teter da zanîn ku di rûniştên li gel berpirs û kongresman û senatorên Amerîkî de, wan gelek pesina rewşa bi hevrejiyanê ya li herêma Kurdistanê û rolê Pêşmerege di şerê li dij terora DAIŞê de bilind dinirxan.

Dosya Çalakvanên Badînan "li hemberî wan me rêya rast hilbijart, eger biryar ya xelet bît jî lê rêya raste."
Dr. Alî Teter Parêzgarê Duhok

Robena Ezîz Tiyarî, ku weke endama şanda parêzgeha Duhok û jineke krîstiyan endama parlemena herêma Kurdistanê di preskonferansê de got "Ez weke endama parlemena herêm Kurdistanê û weke Krîstiyanek niha li Washingtonê ne, ku em şiyan behsa rewşa pêkhateyên me yên Kildanî-Siryanî-Aşûrî li Kurdsitanê û li Sehil Neynewa bikîn, helbet weke diyare xelkê me li Sehil Neynewa li gel yên li herêma Kurdistanê ciyawaziyek zor heye, bi şêweke giştî xelkê me li Îraqê nêzî 1.5 milyon kes bûn, lê mixabin niha jî tenê 300 heta 350 hezar kes mane, li seranserî Îraqê. "

Hevpeyîn bi Parêzgarê Duhokê Dr. Alî Teter re

Alî Teter parêzgarê Duhok, got ku armanca wan ya sereke bo Amerîka daxwaza alîkariyane bo herêma Kurdistanê bi giştî û bo parêzgeha Duhok bi taybetî, herwiha giranî me daye aliyê mirovahî, bi taybet wê hejmara zêde ya penaber û koçberên li parêzgeha Duhok, Teter got hejmara penaber û koçberan li parêzgeha Duhok ewqas zêde ye êdî "Wek dizanin xwecihên parêzgeha Duhok 27% xelkê wê aware û penaber in."

"Wek dizanin xwecihên parêzgeha Duhok 27% xelkê wê aware û penaber in."
Dr. Alî Teter Parêzgarê Duhok

Derbarê pirsa Dengê Amerîka ya we êrîşên firoke û topaxana Tirkiyê bo ser herêmên sinorî yên herêma Kurdistanê û bi taybet li parêzgeha Duhok li gel aliyên Amerîkî behis kirin, ku Amerîka bi rêya dîplomasî givaştinê bide ser Tirkiyê derbarê rawestandina êrîşan?

Alî Teter got "Hemî ew tehediyatên ku li ser herêma Kurdistanê û Îraqê li gel aliyê Amerîkî hatin behis kirin, helbet wan bi xwe jî behsa wan tehediyan – Dijwariyan dikir, me jî şerh û şirova wan metirsiyên li ser herêma Kurdistanê û Îraqê dikir, ewên taybet girêdayî parêzgeha Duhokê, ew tehediyat hemî hatin behis kirin , bêgoman hebûna hêzên çekdarî yên PKK ya bûye egerê rakêşana sopayê Tirkiyê bo nav axa Îraqê."

nêzî 1.5 milyon kristiyan li Îraqê hebûn, niha tenê 300-350 hezar kes mane."
Robena Ezîz Tiyarî

Alî Teter herwiha got, ji egera şer û pevçûnên di navbera leşkerên Tirkiyê û PKKê de wekir ku ziyan bigehe welatiyên herêmê bi taybet yên parêzgeha Duhok û got "Zêdetirî 330 gund li parêzgeha Duhok îro ji egerê wî şerê li mentiqê hatine vala kirin."

Li ser pirsa derbarê dosyeya girtiyên Badînan ya ku bi dosyeya "Çalakvanên Badînan" tê naskirin got "li hemberî wan me rêya rast hilbijart, eger biryar ya xelet bît jî lê rêya raste."

Li ser pirsîna derbarê hebûna hejamrek zêde ya koçber û penaberan li parêzgeha Duhok bi taybet Kurdên Sûriyê kanê ewê vegerin malên xwe yan dê li herêma Kurdistanê bimînin,?

Alî Teter got "heta deverên wan çi yên Şengal û Deşta Neynewa bin, yan deverên Rojava, heta ev xelke piştrast nebîtin ji canê xwe , ji serûmalê xwe, çendî rojekê li def me bin, û me nanek hebît dê kîn du qed, qedek ji wan re û qedek ji me re, û dê her birayên yek bimîn'n, mal mala wa ye, cih cihê wa ye, ew ne mêhvanin, ew xwediyên male ne. "

Hevpeyvîn bi Parêzgarê Duhok Dr. Alî Teter re
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:29 0:00
Direct link

Hevpeyîn bi Roben Ezîz Tiyarî re

Robena Ezîz Tiyarî xanimeke kristiyane û ji lîsta Yekîtiya Neteweyî ye di parlemena herêma Kurdistanê de û endama şanda parêzgeha Duhok ya serdana Amerîka ye, derbarê rewşa kristiynan û astengiyên li hember vegera kristiyanên Deşta Neynewa Dengê Amerîka pirs arasteyî wê kirin, endama şandê xanim Robena Tiyarî got ku me daxwaz ji Amerîkiyan kir da ku alîkar bin bo vegerandina rûniştvanên Sehil Neynewa û Şengalê bo ser mal û milkê xwe.

Robena Tiyarî Endama parlemena herêma Kurdistanê
Robena Tiyarî Endama parlemena herêma Kurdistanê

Derbarê rewşa Kristiyanên li Îraqê û herêma Kurdistanê Robena got "nêzî 1.5 milyon kristiyan li Îraqê hebûn, niha tenê 300-350 hezar kes mane."

Temamiya hevpeyvînê di fayla deng de.

Hevpeyvîn bi Robena Ezîz Tiyarî re
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:15 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG