Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan: Neh Dadwer ji Rejîma Sûrî Veqetîyan


Neh dadwer û dozger ji rejîma Sûrî veqetîyan, li gorî çalakvanan.

Rêxistina Sûrî ya Çavdêrîya Mafên Mirovan radigihîne ku dadwer û dozgerên parêzgeha Îdlibê ji hikûmeta Beşar El Esed veqetîyan.

Di peyameke vîdyoyî de, ku roja Yekşemê belav bû, her neh dadwer û dozger navên xwe eşkere dikin û daxwazê li dadwer û dozgerên din dikin ku xwe ji rejîmê dûr bikin.

Piştî serhildana Adar a 2011'ê, gelek karbidestên hikûmet û artêşê dest ji rejîma Esed berdan, di nav de serokwezîrê berê Rîyaz Hîcab.
XS
SM
MD
LG