Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şoforên Otobusan li New York'ê Dest bi Girêvekê Dikin


Şoforên otobusên dibistanên hikûmetê li bajarê New York’ê bo roja duyê ketine girevekê û bêtirî 150 hezar xwendekar bê alîkarî hiştine.

Heşt hezar şofêrên otobusan li New York’ê ku endamên sendîkayekê ne, roja Çarşemê dev ji karê xwe berdan wekî protesto li nebûna alavên parastina kar di girêbestên nû ku ji alîyê bajarvanîya New Yorkê ve hatine nû kirin.

Li New York’ê, ajotvanên otobusên dibistanan bi rêya kompanîyên taybet ligel hikûmetê bajêr kar dikin.

Bajarvanê New York Michael Bloomberg dibêje ku biryara dadgehekê ya sala 2011’an rê nade bajêr ku parastina kar di girêbestên nû de bicî bîne.
XS
SM
MD
LG