Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibistaneke Zarokan li Îraqê Rastî Êrîşeke Xwekujî Hat


Êrîşberên xwekuj roja Yekşemê bi otomobîlan êrîşa dibistan û bingehê polîsê li bakura Îraqê kirin.

Bi sedema wan êrîşan bi kêmî ve 27 kes hatin kuştin, ku piraniya wan zarok bûn.

Êrîşên Yekşemê li gundê Qebek kirin armanc, ku xelkê wî gundî Turkmenên Şîe ne. Qebek dikeve derveyî bajarokê Telefer.

Li gorî karbidestên polîsî, bi kêmî ve 67 kesên din di wan êrîşan de birîndar bûn.

Neteweyên Yekbûyî radigihîne ku bitenê li meha Îlona 2013’ê, 979 kes li Îraqê hatin kuştin ku piraniya wan xelkê sivîl bûn.
XS
SM
MD
LG