Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyamnêrên Bêy Sînor Terorkirina Kawe Germiyanî Şermezar Dike


Rêkxistina Peyamnêrên bê Tixûb terorkirina Sernîvserê govara Rayel û peyamnêrê rojnama Awene Kawa Germiyanî tawanbar dike.

Ew rêkxistin roja Înê di belavokekê de got “em bi kuştina Germiyanî hêbetî mayne” û ji dil serxweşîyê li heval û kesûkarên wî dikin.

Herwiha Soazig Dollet berpirsê pişka Rojhilata Naverast li wê rêkxistinê gote Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka Kawa Germiyanî “ rojnamvanekê şareza bu ku raport li ser peyamên gendelîyê ê xizm xizmayî li Kurdistana Îraqê dikir”. Wî zanîbû ku jiyana wî di xeterê de ye û karbidestên herêmê agedar kir bûn ku gefe lê tên kirin.

Ji ber vê çendê Rêkxistina Peyamnêrên bê Tixûb daxwaz li karbidestên Herêma Kurdistanê dike ku vekolîneka eşkere û serbixwe bike li ser vê çendê bike.
XS
SM
MD
LG