Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ekrem Heydo: Ketina Şengalê Têkçûna Hemî Gelê Kurd e


Kurdên ku li derve ne hewil didin bi şêweyekî lezgînî dengê gelê Êzîdî li Şengalê bighînin raya giştî ya cîhanî.

Rewşenbîrên Kurd jî herwiha hember van êrîşên tûndre li ser gelê Êzîdî ji aliyê DAIŞ, bi erka xwe yê netewî radibin û dengê xwe bigehînin hêzên cîhanê.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, derhînerê sînema Ekrem Heydo dibêje bera bûyera Şengalê nebe wek Helebça.

Birêz Ekrem dibêje, ger Şengal bikeve destê DAIŞê ve, di bin sîya hikûmeta Herêma Kurdistanê, wê têkçûneke mezin be ji gelê Kurd re û şermezarîyeke dîrokî be.

"Ola Êzîdî di bin xetereke mezin de ye û divê hemî alîyên sîyasî jibo parestina wê xebatê bikin .

Kerme kin dirîya vê hevpeyvînê li ser vê fayla deng guhdarî bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:29 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG