Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakîyên jibo Farinaz Khosravani li Bajarên Kurdan li Tirkîyê Didomin


Wêneyek ji xwepêşandana Amedê
Wêneyek ji xwepêşandana Amedê

Çalakîyên protestoyî yên destdirêjkirina ser keça Kurd Farinaz Khosravani li Amed û bajarên din yên bakurê Kurdistanê dewam dikin.

Piştî endamên kongeraya Jinên Azad, Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) jî, jibo raperîna Rojhilatê Kurdistanê û protastokirina rejîma Îranê li Amedê çalakîyek lidar xist.

PAKê li Amed, Wan, Batman û Qoserê li çalakîyên hemdem lidarxist.

Serokê Partîya Azadîya Kurdistanê Mustafa Ozçelik daxuyakirin ku destdirêjîya ser keçen Kurdistanê destdirêjîya Kurdistanê ye.

Wî got, "Azadîya Kurdistanê îro bi serhildana gelê Mehabadê geştir dibe. Tu kes wê nikaribe bi jenosîd û destdirêjîyê rêya azadîyê bigire."

Wî bibîrxist ku bi hezaran keç û jinên Êzdî jî rastî destdirêjîya DAIŞ hatin û got, "Destdirêjîya ser Farinazê dewamîya destdirêjîya ser keç û jinên Êzîdî ye".

Hêjayî gotinê ye ku Hereketa Azadî jî destdirêjkirina ser Farinazê bi daxuyanîyek şermezar kir. Di daxuyanîyê de hat destnîşan kirin rejîma Îslamî ya Îranê li ser Rojhilatê Kurdistanê polîtîkaya dema Şah didomîne.

“Rejîma Îranê li herêma Kurdan bi darê zorê û bi xespê li Rojhilatê Kurdistanê desthilatîya xwe pêk tîne," di daxuyanîyê de hat.

Protesto li Amedê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:00 0:00

XS
SM
MD
LG