Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fuad Alîko:Desteya Guftûgoyan ji Elûş Daxwaz kir Dest ji Posta xwe Berde


Fuad Alîko
Fuad Alîko

Serokê Desteya Bilind a Guftûgoyan a opozisyona Sûrî Mihemed Elûş posta xwe bicîhîşt û îro yekşemê di daxuyaniyekê de, sedema biryara xwe vegerand bo têkçûna axaftinên Cinêvê di encamdana guhestineke siyasî de, dûrî serokê Sûriyê Beşar Esed û her wiha rewşa xerab a xelkê li herêmên dorpêçkirî.

Endamê Desteya Bilind a Guftûgoyan Fuad Alîko, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka ronî da ser sedemên bicîhîştina Elûş ji posta serokatiya desteyê re û got:

“Gelek rexne bûn li hebûna Mihemed Elûş di serokatiya opozisyonê de û gelekan jî digotin divê kesên leşker di serkirdayetiya siyasî de ne bin. Di encamê de desteya bilind daxwaz ji Elûş kir ku xwe bi şûn ve bikşîne.“

Alîko ku li Tirkiyê dimîne bal kişand ser çarenûsa axaftinên Cinêvê û diyar kir ku “Cinêva Çarem dê nebe. Li gel hebûna keleman, dê heman hewil berdewam bin ji bo aştiyê .”

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Fuad Alîko 05_30_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:47 0:00

XS
SM
MD
LG