Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Selah Bedreddîn Axaftina Doh a Barack Obama Şîrove Dike


Selah Bedreddîn
Selah Bedreddîn

Doh sêşemê serokê Amerîka Barack Obama di axaftina xwe de careke din berevaniya Stratîjiya rêveberiya Amerîka kir li dijî Daiş.

Wî propaganda Daiş red kir û got, pêwîste kes bi wê neye xapandin, çimkî ew bi şêweyî niwêneratiya bêhtirî milyarek misilman nakin, li gor Obama.

Siyasetmedar û nivîskar Selah Bedreddîn, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka gotara Obama şîrove kir û got:

“Amerîka wek welatekî xwedî berjewendî li gel cîhana Îslamî, jê tê xwestin ku bêje Daiş niwêneratiya Îslamê nake, û serok Obama durist e di axaftina xwe ya vê derbarê de.“

Bedreddîn ku li Hewlêr dimîne, bal kişand ser stratîjiya Amerîka di derbarê Sûriyê de û diyar kir gelek rexne li Amerîka dibin li dor beşdarbûna şer li dijî Daiş tenê, dûrî şerê rêjîma Sûriyê ku ew jî, li gor Bedreddîn, terorê bikartîne li dijî welatiyan.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke

Selah Bedreddîn 06_15_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:12:34 0:00

XS
SM
MD
LG