Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nasir Haj Mensûr Rewşa Şer li Bajarê Minbicê Şîrove Dike


Nasir Haj Mensûr
Nasir Haj Mensûr

Şervanên Hêzên Sûriya Demuqrat HSD dibêjin wan navçeya Enbarên Genim li bajarê Minbicê Kontrol kirin û ew dê derbasî qonaxa şerê kolanan bin li dijî çekdarên Daiş ku Minbic di bin destê wan de ye.

Rawêjkarê fermandariya giştî ya HSD Nasir Haj Mensûr, di hevpeyvînekê de li gel Dengê Amerîka rewşa niha ya şer li wir şîrove kir û got:

“Kontrolkirina enbarên genim bi temamî ji aliyê civata leşkerî ya bajarê Minbicê ve tê wateya destpêkirina operasyona derbasbûna bajêr. Herçendî Daiş şer dike û hewil dide cihên jidestdayî vegerîne, êdî HSD di nav bajêr de ne.“

Haj Mensûr, ku berî du rojan serdana eniyên şer kir li Minbicê, behsa çandina mayînan ji aliyê Daiş ve kir û got ew li her cih û deverekê hene û gelek xelkê sivîl, bi sedema wan, jiyana xwe jidest didin.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê faylê deng veke

Nasir Haj Mensûr 06_27_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:22 0:00

XS
SM
MD
LG