Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkiyê Erdogan Bêhtirî Hezar Dibistanên Taybet Digre


Bêhtirî hezar dibistan li tirkiyê hatin girtin û her wiha dora hezar rêxistin û komele, di çarçoweya biryara yekem a Erdogan de ji dema ragihandina rewşa tengaviyan a sê mehan li welêt.

Piştî têkçûna hewildana kudatya hefteya borî li dijî wî û hikûmeta wî, serok Erdogan her wiha ferman da ku her kesekî berguman dikare bêyî tawan were girtin bêhtirî 30 rojî ku berê 4 roj bûn.

Di nav 1229 rêxistin û komeleyên xêrxwazî yên hatî girtin bi gumanan girêdana wan bi tevgera Gulen, 19 hevgirtinên bazirganî,15 zanîngeh û 35 dezgehên tenduristî ne.

Erdogan rêberê ayînî Fethulla Gulen tawan dike bi hewildana kudetayê. Gulen ku niha li Amerîka dijî vê tawanê red dike.

Tê zanîn, ragihandina Rewşa tengaviyan roja çarşemê, ji aliyê gurûpên mafê mirov û serkirdeyên cîhanî ve tê dîtin wek vekirina rê bo nehîştina rikberên Erdogan.

Ew rê dide serok û hikûmetê, bê erêkirina Parlemanê biryaran bidin.

Hêjayî gotinê ye jimara kesên hatî girtin bêhtirî 9 hezarî ne, di nav de 6 hezar leşker in.

Li gor hin texmînan dora 50 hezar berpirsên giştî, di nav de dadwer û akadîmisyon, ji kar hatin bidûrxistin.

XS
SM
MD
LG