Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Afganistanê Xwepêşandanek Rastî Teqîneke Mirdar Tê


Îro şemiyê teqîneke bihêz di nav xwepşandanekê de rûda li paytexta Afganistanê Kabul û peyvdarê wezareta teduristiyê got bi kêmanî 61 kes hatin kuştin.

Peyvdar Mohammad Ismail Kawasi ji Dengê Amerîka re got 207 kesên din di teqînê de birîndar bûn.

Teqîn rûda di demekê de bi hezaran ji pêkhateya Hazaras tevlî xwepêşandanê bûbûn ji bo daxwaza guhertina riya hêla eliktirîkê ya pilankirî li parêzgeha wan a perîşan, Bamiyan.

Gewahîder û rojnamevanan, wêneyên termên qurbaniyan ragihandin ji cihê teqîna ku diyare ji aliyê xwekujekî ve bûye.

Serok Afganistanê Ashraf Ghani ev tundûtijî şermezar kir wek karê “terorîst û keysbazan” û got hikûmetê hin pîvan danîn di derbarê dabînkirina ewlekariyê de ji bo xwepêşanderan.

Gurûpa Dewleta Îslamî Daiş bi riya Ajnasa Aamaq a girêdayî wan berpirsiyariya xwe ragihand li dor vê teqînê, lê berpirsên Afganî dibêjin ew hîn vekolînan di vê derbarê de dikin.

Peyvdarê tevgera Talîban Zabihullah Mujahid dibêje çi pêwendiyên wan bi vê êrîşê nînin.

XS
SM
MD
LG