Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Dê Xendekekê li Dor Fallujah Bikole


Îraq dê tektîkeka serdema navîn bikarbîne ji bo parastina kontrolkirina Fallujah piştî rizgarkirina bajêr ji dest Daiş meha borî. Ew dê xendekekê li hawîrdora bajêr bikole.

Xendek dê bi dirêjiya derdora 11 km be, bi ferehiya 12 mîtro û nîv û kûraniya mîtro û nîvekê be.

Dê xendekê tenê dergehek hebe ji bo çûn û hatina welatiyan bo bajarê ku niha valaye ji xelkê wê ji dema têkbirina Daiş ve, li gor General Abdul-Wahab al-Saadi, cîgirê komandarê hêzên dijî terorê ku helmeta serkeftî birêve birin.

Al-Saadi, di axafineke xwe de li gel Associated Press li Bexdayê got, “Dê xendek rûniştvanan ku rastî gelek trajîdiyan hatin biparêze, û her wiha dê hêzên ewlekariyê li wir biparêze.”

Girtina riyan hemî û hîştina yekê tenê vekirî ji bo xelkê, dê bihêle desthilatdar bi awakî hêsantir tevgera xelkê bişopînin .

Li gel kolandina xendekê, pîvanên nûjen yên ewlekariyê jî, dê werin bikaranînin.

XS
SM
MD
LG