Hefteya çuyî, li pîşa nangehan, pirsgirêka kêmbûna nên derket, û metirsî di nav xelkê herêmê de derket ku careke din nan bê qutkirin.
Di demên dawî de, li gor desteya abûrî, pirsgirîkênTirkiyê bandora xwe dan ser pêdeviyên jiyanê li herêmê, bi taybet nan, ji ber ku hinek ji pêdeviyên jiyanê di deriyên Bab el-Selamê û Bab el-Hewa re derbasî herêmên di bin kontrola opozisyonêde û piştra derbasî Efrînê dibû.
Lê piştî van buyrên dawî, deriyên Tirkiyê hatin girtin, û hinek tişt ji ser herêmê hatin qutkirin.
Hêjayî gotinê ye, berî du salan, bi mehan nan ji ser xelkê Efrînê hat qutkirin, û ard bi qaçaxî û nirxekî bilind derbasî herêmê dibû