Bizavkarên opozisyona Sûrî dibêjin, balafirên hikumeta Sûrîye êrîş biser 5 nexwşxana li bajêrê Helebê dike.
Rêkxistîya Sûrî ya çavdêrîya mafên mirovan ji London ragehand, 4 nexwşxane li bajêrê Helebê û yek li bajêrkê Etarib niha ji kar keftin.
Bizavkarê Sûrî Bara el-Helebî êerîş piştrast kir û got, zarokekî sava di êrîşa biser devera Şear hate koştîn.
Leşkere hikumeta Sûrîye deverên lijêr kontrola oposizyonê li bajêrê Heleb ji berî heftîyekê durpêç kir ko pirsa kêmbûna xarnê bixewve digre.