Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşeke Awarte li Efrînê Tê Ragihandin


Piştî rizgarkirina Minbic û şere Helebê, rewşeke awarte ji aliyê rêveberiya xweserî ve li Efrînê hate Ragihandin.

Hevseroka rêveberiya xweser li Efrînê Hêvî Mistefa dibêje:

“Guhertinên balkêş li ser asta navdewletî tên çêkirin û aloziya şere li parêzgeha Helebê, her weha rizgarkirina Minbicê, gavên nuh bi xwe re tîne tê vegotin ku buyerên nuh bên çêkirin, jiber wê tê xwestin ku em xelkê herêmê hişiyar bikin, û rêveberiya xweser tedbîrên ewlehî, aborî, civakî bistînin, ji bo ku gel rewşa xwe li gorî şer birêve bibin.”

Rizgarkirina Minbicê û şere Helebê bandoreke rasterast li ser Efrînê heye, dema serkeftin çêdibin êrîş jî dijwar dibin. Ne tenê êrîşên leşkerî, lê di hemî milan de, ragihandina rewşa awarte ji bo ku rê li ber êrîşan bê girtin.

Bêhtirî pênc salan e, rewşa awarte li herêmê heye, û li gor Mistefa, ger xelkê herêmê rewşa xwe li gorî şer birêve nebiriba, serkeftin nedihatin çêkirin.

Raport bi deng
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:51 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG