Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê: Esed Dikare Bibe Parek ji Qonaxa Veguhêz li Sûriyê


Serokwezîrê Tirkiyê Biali Yildirim îro şemiyê got welatê wî amade ye desthilatdariya serokê Sûriyê Beşar Esed bipejirîne di qonaxa demkî ya veguhêz de, lê dupat kir ku wî çi cih di pêşeroja Sûriyê de nîne.

Di axaftina xwe de li gel niwênerên medya biyanî li Stenbolê, serokwezîr her wiha got Turkiyê dê di şeş mehên bê de hewil bide bibe bêhtir ji lîstikvanekî herêmî.

Tê zanîn, Tirkiyê yek ji piştgirên sereke ye bo serhildêran di şerê rûxandina Esed de, û ew her wiha mîvandariya bêhtirî 2.7 milyon penaberên Sûrî dike.

Yildirim di vê derbarê de got” Gelo Sûriyê dikara Esed ragire bo demeke dirêj? Bêguman na. Amerîka jî dizanbe û Rûsya jî dizane ku Esed ne ew kesê dikare xelkê Sûriyê bike yek.”

Wî her wiha got:

“Renge em li gel Esed rûnin û biaxivin li dor veguhestinê, lê em bawerin divê ne serhildêrên Kurd, ne Daiş û nejî rêjîma Esed hebe di pêşeroja welêt de.”

Tirkiyê, ku şerê şervanên Kurd dike, nîgerane li dor bihêzbûna hêzên Kurdên Sûriyê li seranserî sînor û li dijî wê yekê ye wan çi cûre xweserî an serxwebûn hebe.

XS
SM
MD
LG