Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dest Bi Avakirina Bingeheke Navokî Dike


Rûsra alîkariya Îranê dike di avakirina bingeheke navokê de li bajarê Boşehir ê başûrê welêt.

Avakirina bingehê pêşbîn e 10 salan dirêj bike û 10 milyar dolar lê bêne xerckirin.

Ev bingeh yekem bingeha navokî ye tê avakirin ji dema îmzekirina rêkeftina navokî ve li gel hêzên mezin ên cîhanê sala borî.

Hêjayî gotinê ye, serokê Amerîka Barak Obama rekeftinê wek serkeftin tîne ziman û dibêje hemî riyên Îranê bo duristrlkirina çekên navokî dê girtî bimînin.

Amerîkî yên dijberên rêkeftinê, nerîna xwe neguhertin e û dibêjin dê rêkeftin fişarê nede ser Îranê ku dawî li çalakiyên xwe yên leşkerî bîne li rojhilata navîn û dê rê li pêş wê negre ji bo pêşxistina çekên navokî.

XS
SM
MD
LG