Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sûriyê bi Kêmanî 23 Kes li Helebê Hatin Kuştin


Îro yekşemê çalakvanên Sûrî bi kêmanî 23 sivîl hatin kuştin di encama êrîşên esmanî hikûmeta Sûrî de li bajarê Helebê. Ev êrîş dibin di demekê de civata ewlekariya Neteweyên Yekgirtî kombûneke awarte li dor Sûriyê lidar dixe.

Di destpêkirina kombûnê de şandê Neteweyên Yekgirtî bo Sûriyê hikûmeta Sûriyê tawanbarkir bi tundûtijiyeka bêhempa li dijî sivîlên bajarê Helebê.

Staffan de Mistura got êrîşa leşkerî ya hikûmetê ji bo kontrolkirina navçeyên di bin destê serhildêran de, bû sedema xerabtirîn hefte di şerê 5 sal û nîv ên welêt de.

De Mistura, di kombûna civata ewlekariyê de, huşdarî da ku eger niyaza hikûmeta Sûrî kontrolkirina Helebê be, dê şerê kolanan hemî bingehên bajêr hilweşîne û dê çi alî bisernekeve.

Wezîrê derve yê Birêyanya, berî kombûna Neteweyên Yekgirtî, got pêwîste vekolîn bi Rûsya re bibin li dor gunehkariyên şer piştî êrîşa li dijî karwanê alîkariyan bo Sûriyê roja duşemê ku di encamê de 20 kesan jiyana xwe ji dest dan.

XS
SM
MD
LG