Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatiyên Geyara Piştî Rizgarbûna ji DAIŞê Çi Dibêjin?


Bajarokê Geyara ku dikeve başûrê bajarê Musil, di operasiyona Rizgarina Muslê de berî çend rojan ji aliyê leşkerê îraqê de hat rizgarkirin.

Nahiya Geyara zêdetirî du slane li jêr kontrola çekdarên DAIŞ de bû, xelkê Geyara behsa serpêhatî û bûyerên ku di serdema hebûna çekdarên DAIŞê de qewimîn e, bo Dengê Amerîka vedibêjin.

Welatî Ehmed Sebah gote Dengê Amerîka "sopas jibo xudê ku niha ew azad in, gelek di kêfxweşin ku ji çekdarên DAIŞ hatine rizgarkirin".

Herweh welatî Muslih Casim li gel çend hevalên xwe li çayxanekê di rûnştî bûn dibêje"Cigare qedexe bû, Nargîl qedexe bû, Domîne lîstin qedexe bû, lê niha her tişt serbeste".

Ednan Mohamed yek ji xwecihên Geyara ye, behsa zulim û zurdestiya çekdarên DAIŞ dike û dibêje wan gelek kes liser cad û li meydana serbirîn û lisêdar didan, herweha dest û lingên gelek kesan jêkirin, wan gelek kes bi keviran recimandin û kuştin.

Welatiyên Geyara Behsa Zurdariya Çekdarên DAIŞê Dikin
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:00 0:00

XS
SM
MD
LG