Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Krîstîyanên Mûsîlê Na Vegerneve Piştî Neman Daeşê


Raport derbarî kêmaniyên Olî li Îraq û Sûriyê dibêje, bi tenê derkirina çekdarên komela terorist ya Dewleta Îslamî ji bajarê Mosîlê têra hindê nake Kirstiyan vegerneve deverên xwe.

Piştî demeka dirêj ji aloziyn, bo kirstiyanan hander tune ye careka din vegerneve ser malên xwe.

Arne Saeveraas şîretvanê Norwegian Church Aid dibêje, rapirsyan digel Kirstyana ewên ji Mosîl derkeftîn diyar kir, ko 75% gotîn gef û tundûtijî digel wan dihate kirin jiberî Daeş bajarê Mosîl li sala 2014 bigre.

Herwesa Arne got, hijmara Kirstiyanên Iraqê her ji sala 2003 ji 700,000 kesan kêm kir û gehişte 250,000 ko piranîya wan hişta li kempan da dijîn.

Saeveraas, ev raporte duh Dûşemê liberdem Civata Kenisên Nêfnetewi ragehand û têda da zanin ko divê kimahîyên Olî li Iraq u Sûriyê bêne parastin.

XS
SM
MD
LG