Huner beşekî girîng ji zaroktiya mirovan diyar dide, bîranîn û sawirên wê berhemên balkêş diafirînin, wisa hunermend Hesen Ebdulla xwe da nasîn di hevpeyvîna xwe de bi bernama Deng û Reng re û got: Ez zaroktiya nîgar dikim.
Hunermend Hesen Ebdulla di sala 1956an li Hesekê ji dayik bû.
Li Zanîngeha Şamê, beşê zimanê Îngilîzî xwend û bi salan bo mamstayê zimanê Îngilîzî li dîbistanên Hesekê.
Hezkirina Hesen ji hunerê re, hişt ku ew mala xwe li Hesekê bike navend ji hunermendan re yên Kurd, Ereb, Syrian û Ermenan û çi kesên din li Sûriye.
Di temenê mezin de, Hesen dest bi karê şêwekariyê kir, lê bi şêweyê xwe û karî bû beşdarî pêşengehên hevbeş û taybet bibe, li Hesekê, Qamişlo, Reqa, Heleb, Şam, Beyrût û hin cihên din li herêmê û Ewrupa jî, cihê ku lê dijî nuha piştî şerê Sûriye, ew û malabat xwe li London bicî bûne û li wir her hunera xwe berdewam dike.