Piştî pêla mezin ji penaberan li Ewrupa, êdî kêşa gêncên penaber bû kêşeyke serekî di civata nû de, piştî ku DIAIŞ hinek ji wan kirin armanc ji propogenda xwe re û wan bikaranînin li dijî welatên Ewrupî, ji ber wê hin rêxistinên sivîl dest bi programên taybet yên fêrbûn û alîkariya wan kirine da ku wan desrbasî civaka nû bikin û rê li pêşiya jiyana wan vekin.
Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rêvebirê rêxistina Yekîtiya Xwendekarên Kurd Li Sûrî û Elmanya birêz Abdulaziz Xoşewist Ramadan re kir, ku ew li ser programa alîkariya gêncan kar dike, da ku hûrbîniyên van programan nîşan bide.
Birêz Remedan dibêje:" Ji ber kêşeya ziman gelek ji gêncên penaber di malê xwe de dimînin û dûrî civaka elmanî dikevin, ji ber wê ew dibin nîşanên asan ji DAIŞ re ku wan ji ser rê bibin û têxin xizmeta xwe de."
Herwiha Remedan li ser programê got, ku ew di riya têkelbûna gêncên temen ji 17 ta 25 salî ve bi civata elman re û pênasîna çand û zimanê elmanî di riya wanên xwendinê û seyranên hevbeş re li Elmanya.