Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mediya Tirkiyê: Êrîşkerê Şeva Serêsalê a Stenbûlê Hate girtin


Rojnama Hurriyet û dezgehên din yên mediya Tirkiyê ragehandin, polîsê Tirkiye gumanbarê êrîşa biser Yana şevan a Reina a Stenbûlê ko 39 kes têda hatine koştin li devera Esenyurt hate girtin.

Acansên mediya ligor polîsê Stenbûlê gotin, ew kese libin nave Abu Mohamed Horasani kar dikir li veşargehekê digel zarokê wî yê 4 salî hate girtîn lê eve peyame heta niha nehatiye piştrast kirin.Li şeva serêsalê êrîşker kefte divan yana Reina ya şevan û teqe li xelkê kir ko ahenga serêsalê digêran. Di êrîşê da hijmareka hevwelatên Tirk, Ereb, Hindistan, Canada dinav koştiyan dabûn. Heberturk ragehand, gumanbarê êrîşê licem kesekî xelkê Qergizistanê bû lidema hatî girtîn ko ji berî 3 rojan çûbû cem wî. Ligor acansa Anadolu ya dewleta Tirkiye ko 5 kes di wê oprasyonê da hatine gritên dinavda 3 jin bûn.

Çavkaniyekî parastinê got, ligor rewşa êrîşê, wa xoya dike êrîşker liser bikaranina çekî li Sûrîye hatibe fêr kirin.

XS
SM
MD
LG